Heke Mu’cîzeyên Resûlullah (e.s.w.) Bi Awayekî Pir Eşkere Bûyan..!

Bingeha Yekem:

Her tevger û rewşa Pêxember elyhisselatu wesselam dibe ku şahîdê rastbûn û pêxembertiya wî bin, lê ne lazim e ku her tevger û bizavên wî fewqelade bin. Çimkî Xwedê ew Pêxember di şiklê mirovan de şandiye da ku ji rewşa wan ya civakî re bibe rêber, di kar û barên wan de pêşengiyê ji wan re bike, ji wan re bibe îmam û di dinya û axretê de wan bextewar bike. Hem jî da ku nîşan û hunerên Xwedê yên fewqelade ku mu’cîzeyên hêz û qudreta wî ne û di tiştên normal de jî xweya dikin, nîşanî mirovan bide, xebat û teserrufa qudreta Îlahî ji wan re destnîşan bike.

Eger ew Pêxember (e.s.w.) di kirin û tevgerên xwe de ne mîna mirovan bûya, ji wan re nedibû îmam, nedikarî bi gotin û kirinên xwe û bi rewşa xwe dersê bide wan. Tenê ji bo ku pêxembertiya xwe îsbat bike dibû mezherê rewş û kirinên fewqalade; yanî tenê dema ku lazim dibû, mu’cîze nîşan didan. Lê ew mu’cîze ji ber hikmeta îmtîhanê, bi awayekî pir vekirî û di radeyeke wisa eşkere de ku xelkê mecbûrî qebûlkirinê bikin pêk nedihatin. Çimkî hikmeta îmtîhanê û berpirsyariya mirovan dixwaze ku derî li ber aqil vebe û azadiya wî jê neyê standin.

Eger bi awayekî pir eşkere mu’cîze çêbibin, azadiya aqil namîne; Ebû Cehil jî weke Ebûbekir tesdîq dike, tu maneya îmtîhan û berpisyariyê namîne, hingê komur û elmas di eynî sewiyeyê de dimînin.

Rêbera Xizmetê, rûpel: 21

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.