Gerdûn Bi Nura Wî (e.s.w.) Ronî Bûye

Yekemîn  Îşareta Manedar:
Xwedî û karbidestê vê kaînatê helbet bi zanîn tiştan çêdike, wan bi hikmet bikar tîne. Ew her tiştî dibîne û wisa ahengekê didiyê û perwerde dike. Hikmet, armanc û feydeyên her tiştî bi hemd çêdike û wan îdare dike.

Madem ew dizane, helbet yê ku dizane dê biaxive jî.

Madem dê biaxive, wê demê yê bi kesên xwedîşuûr re, bi yên ku difikirin û dikarin bipeyivin re biaxive.

Madem dê bi kesên ku difikirin re biaxive, wê di nav wan de jî bi mirovên ku şuûr û têgihiştina wan herî kûr û berfireh in re biaxive.

Û madem dê bi wan mirovan re biaxive, dê di nav wan de jî bi mirovên bêqusûr û qabilê xîtabê re biaxive.

Madem dê bi mirovên herî mukemmel, jêhatî û xwediyê exlaqê bala re; yanî bi wan mirovên ku bikaribin rêberiyê ji mirovan bikin re biaxive, nexwe helbet dê bi wî zatê ku bike pêxember û ji temamê mirovan re bike rêber; Muhammed eleyhisselatu wesselam re biaxive.

Jixwe Xwedê ew kiriye pêxember, kiriye rêber û pê re axiviye jî… Ew Muhemmedê ku bi tifaqa dost û dijminan xwediyê  qabiliyetên herî mezin, exlaqê herî xweş. Ewê ku pêncyeka mirovan bûye peyrewê wî, nîvê alemê ketiye bin hukmê wî yê manewî. Ew Pêxemberê ku ev 1300 sal in, pêşeroj/îstîqbal bi nûra wî aniye, ronî bûye. Ew zatê ku mirovên pak û xwediyê îmanê her roj pênc caran peymana xwe pê re nû dikin, pê re bîet dikin, rehmetê lê dixwînin, dua jê re dikin, kamraniyê jê re dixwazin, pesnê wî didin û jê hez dikin…

Rêbera Xizmetê, rûpel: 20

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.