Parçeyek Bi Elmas Û Zêr Ji Bo RESÛLULLAH

Ev Parçe Heke Bi Zêr Û Almastê Were Nivîsandin Layiq e

Belê, çawan ku berê behsa wan hat kirin ku di nav lepê wî de kevirên biçûk, zikir û tesbîhê dikin, bi sirrê وَمَا رَمَیْتَ اِذْ رَمَیْتَ  ku di heman lepê wi de kevirên biçûçok ê ax, mîna top û gulleyan, bi ser dijminan re hatine û ew ji hev belawela kirine, bi nessa وَانْشَقَّ الْقَمَرُ ku bi tiliyên xwe yên heman lepî, heyv kiriye du şeqan.. û ji deh tiliyên heman destî herikîna avê û pê avdana artêşekê.. û şîfabûna heman destî ji nexweşan re ji birîndaran re, helbet nîşan dide ku ew destê mubarek çi qas mucîzeyeke newaze ya Qudreta Îlahî ye. Tu dibêjî qey di nav hezkiriyan de lepê wî destî, zikirxaneyeke biçûk a Subhanî ye ku gava kevirên biçûçok jî bikevinê, zikir û tesbîhê dikin û li hember dijminan, cebxaneyeke biçûçok a Rebbanî ye ku gava kevir û ax bikevê, dibe gulle û bomba.. û li ber birîndar û nexweşan, eczaxaneyeke biçûçok a Rehmanî ye ku temasî kîjan derdî bike, dibe derman.. û gava bi celalkî radibe, heyvê parçe dike û şeklê Qabê Qewseyn didê.. û gava bi cemalkî vedigere, dikeve hukmê kaniyeke Rehmetê ku bi deh musluxan ava kewserê diherikîne.

Eger tek yek zatekî weha, bibe mezher û medarê mucîzeyên weha ecêb, bi awayekî zipîzelal nayê fêmkirin ku ew zat, li ba Xaliqê kainatê çi qas meqbûl e û di doza xwe de çi qas sadiq e û yên ku li ser wî destî bîatê dikin, çi qas dê bextewar bibin gelo?

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.