Belê, madem bi îttîfaqa dost û dijminan ew Zatê Ehmedî bûye mezherê exlaqê xweş û mertebeyên bala; madem bêguman ew di nav mirovan de zatê herî navdar û hilbijartî ye; madem bi nîşandana hezarên mu’cizeyan, bi şahidiya alema Îslamê – ku wî ava kir -, û bi tesdîqa heqîqetên wê Qur’ana Hekîm ku tercumanê wan bû û ew teblîx dikirin, ew însanê kamil û rêberê herî mukemmel e; madem bi milyonan ehlê kemalê wek fêkiyê lipeyçûna wî di mertebeyên kemalatê de pêş ve çûne û di herdu dinyayan de gihiştine bextewariyê, madem wisa ye; helbet sunneta wî Pêxemberî û tevgerên wî numûneyên herî delal û spehî ne, rêberên herî pêbawer û qanûnên herî zexm in ku mirov ji xwe re bike destûr, li pey wan here û wan taqîb bike.
Îcar kesê bextiyar ew e ku di lipeyçûna sunneta Pêxember (e.s.w.) de para wî pir be! Kesê ku li pey sunnetê neçe û zexeliyê bike, dikeve xisareke mezin. Eger vê xisarê piçûk bibîne, dikeve cînayeteke mezin. Ger rexneyeke ku bêhna înkarê jê tê lê bigire, hingê ew dibe jirêketin û dalaleta mezin.
Rêbera Xizmetê, rûpel: 29