Ey nexweşê bêsebir!
Sebir bike, belkî şukur bike. Ev nexweşîna te, dikare her yek deqîqeyeke ‘imrê te, bixe hukmê saeteke îbadetê. Lewre îbadet du beş e: Yek jê, îbadetê musbet e ku ev jî, îbadetên malûm ên mîna nimêj û niyazê ne. Ê din, îbadetên menfî ne ku mûsîbetzede bi wesîteya nexweşîn û mûsîbetan, bi ‘ecza/neçariya xwe dihese û xwe dipenêhe û dispêre Xaliqê xwe yê Rehîm û pê re zarebar dike. Bi vî awayî dibe mezherê îbadetekî xalis û manewî yê bê-riya. Belê, rîwayetên sehîh hene ku tê gotin, ‘imrekî ku bi nexweşînê derbas dibe, bi şertê ku gilî û gazin ji Xwedê neyin kirin, ji bo mumînan, îbadet tê hesibandin. Hetta bi rîwayeta sehîh û bi keşfên sadiq sabit e ku yek deqîqeyeke nexweşîna hinek nexweşên ku sebir dikin û şakir in, ketiye hukmê saeteke îbadetê û yek deqîqeyeke hinek ji merivên kamil, ketiye hukmê rojeke îbadetê. Ji nexweşîna ku yek deqîqeyeke ‘imrê te, tîne dixe hukmê hezar deqîqeyî û ‘imrekî dirêj ji te re dide qezenckirin, gilî û gazin meke; ji nexweşînê re bibêje Xwedê ji te razî be.
R.Nexweşan – 8