Dermanê Sisêyan

Hey nexweşê bêtehemmul! 

Misêwa çuyîna van ên ku tên.. û pîrûkalbûna ciwanan.. û misêwa gêndirbûna wan a di fîraq û zewalê de şahid e ku meriv, ne ji bo ku xwe bide kêf û lezzetê hatiye dunyayê. Hem digel ku meriv, di nav xwedîjiyanan de, yê herî mukemmel û bilind e û ji aliyê cîhaz û uzwên xwe ve, yê herî zengîn e û hetta sultanê xwedîjiyanan e jî, ji ber wesîteya li ser wan lezzetên derbasbûyî û li ser wan belayên ku dê bên, diponije, li hember heywanan, di dereceyeke herî edna de, ancax jiyaneke bikeder û bi zehmetî derbas dike. Nexwe meriv, tenê ji bo ku xweş bijî û ‘imrê xwe bi rehetî, kêf û şahî derbas bike nehatiye vê dunyayê. Belkî, ev merivê ku sermayeyeke mezin di destê wî/wê de heye, li vê derê, tevî tîcaretê/bazirganiyê, ji bo ku li ser seadeta jiyaneke ebedî, daîmî bixebite hatiye. Sermayeya ku dane destê wî/wê jî, ‘imr e. Heke nexweşîn tune be, sihhet û afiyet, xefletê dide merivan… Jê re dunyayê xweş nîşan dide, axretê dide jibîrakirin. Ew, naxwaze ku qebr/gor û mirinê bîne bîra xwe. Sermayeya imrê wî beredayî, li haşê dide serfkirin. Îca nexweşîn, tavilê çavê wî dide vekirin. Ji wucûd û cesedê wî re dibêje ku: “Tu ne layemût/nemir î, ne serberdayî yî, wezîfeyeke te heye. Dest ji quretiyê berde, li Yê ku te xuluqandiye bifikire, bizane ku tu dê bikevî gorê, wisan xwe amade bike.”   Ha nexweşîn, ji vê hêlê ve, nesîhetkarekî wisan e ku qet naxapîne û murşîdekî wisan e ku hişyarkir e. Ji wê, gilî û şekwa na; belkî ji vî aliyî ve divê tu jê re spas bikî; gava ku zêde giran bê, divê sebir bê xwestin.

R.Nexweşan – 9

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.