Dermanê Çaran

Lo hey nexweşê ku gilî û gazin dike!   

Heqê te ne gilî û şekwa ye; şukur e, sebir e. Lewre, wucûda te, aza û cîhazên te, ne mulkê te ne. Te, ew çê nekirine. Te ew ji destgehên din jî nekirîne. Nexwe ew, mulkên yekî din in. Xwediyê wan, di mulkê xwe de, çawan bixwaze, wisan teserruf dike. Çawan ku di Kelîmeya/Peyva Bîst û Şeşan de hatiye gotin, mesela: Hunerwerekî gelek dewlemend, gelek mahîr û şareza, ji bo ku hunera xwe ya xweşik, serweta xwe ya biqîmet nîşan bide, merivekî miskîn, bi modeliyê dide wezîfedarkirin. Bi vê amancê, di bergîdana ucretekê de, di demeke yeksaetî de, îşlikekî ku bi awayekî xemilandî û gelek bi hunerî -hulleyekî- dirûtiye, li wî feqîrî dike. Li ser wî feqîrî, wî îşlikî dihûne û weziyetan dide wî. Ji bo ku cûreyên hunera xwe nîşan bide, wî kincî dibire, diguhêre, dirêj dike, kurt dike. Gelo ev merivê miskîn ê biucret, ji wî zatî re bibêje: “Tu zehmetê didî min, bi vê weziyeta xwarkirin û rakirinê, tu min aciz dikî. Ji ber ku tu vî îşlikê ku min xweşik dike, dibirî û kurt dikî, tu xweşikiya min xera dikî.” Ka heqê wî heye? Ka gelo dikare bibeje ku: “Te bêmerhemetî kir, bêînsafî kir.”    Ha eynî mîna vê mîsalê, Sani’ê Zulcelal, ji te re hey nexweşo/ê! Ev îşlikê cism li te kiriye, ku bi hestên nûranî yên mîna çav, guh, aqil û dil muresse/xemilandî ye, ji bo ku neqişên Esmayên xwe yên Husna nîşan bide, te dixe gelek rewşan û te dizivirîne û te dixe gelek weziyetên cihê cihê. Çawan ku tu, bi birçîtiyê, navê wî yê Rezzaq nas dikî, navê wî yê Şafî jî, bi nexweşîna xwe bizane. Ji ber ku elem, musîbet, hin hukmên esmayên wî nîşan didin, di wan de, ji hîkmetê, hin lem’e hene û ji rehmetê jî, şu’a hene û di nav wan şu’ayan de, gelek xweşikî hene. Heke perde vebe, di pişt perdeya wê nexweşîna ku tu jê dikevî dehşetê û jê nefret dikî, tu dê wateyên şîrîn û xweşik bibînî.

R.Nexweşan – 11

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.