Ey gelê Kurdan
Îttifaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika ittihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim:
Hûn bizanin ku; sê cewherê me hene, hifza xwe ji me dixwazin.
Yek Îslamiyet, ku hezar hezar xûna şehîdan e bihayê wê dane.
Ê duduyan însaniyet, ku lazim e em xwe nezera xelqê de bi xizmeta ‘eqlî, comêranî û însaniyetiya xwe nişanî dunê bidin.
Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me. Ê berê ku bi qenciya xwe saẍin; em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:
Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.
Ê duduyan cehalet û bê xwendinî, ku hezar ji me da yek «qazete» nikarin bixwînin delîlê wê ye.
Ê sisiyan dijminî û îxtilaf e, ku ev ‘edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmet jî, ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir.
Ku we ev seh kir bizanin çara me ev e: ku em sê şûrê elmas bi destê xwe bigrin; ta ku em hersê cewherê xwe ji destê xwe nekin, hersê dujminê xwe ser xwe rakin!.
Û şûrê ewil* me’arif û xwendin e.
Ê duduyan îttifaq û muhebbeta millî ye.
Ê sisiyan însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sêfîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Wesiyeta paşî;
xwendin, xwendin, xwendin û dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin.
Mela Seîd