Şîreta Bediüzzeman Mela Seidê Kurdî

Ey gelê Kurdan

Îttifaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika ittihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim:

 

Hûn bizanin ku; sê cewherê me hene, hifza xwe ji me dixwazin.

Yek Îslamiyet, ku hezar hezar xûna şehîdan e bihayê wê dane.

Ê duduyan însaniyet, ku lazim e em xwe nezera xelqê de bi xizmeta ‘eqlî, comêranî û însaniyetiya xwe nişanî dunê bidin.

Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me. Ê berê ku bi qenciya xwe saẍin; em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan qebra wan de şad bikin.

 

Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:

Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.

Ê duduyan cehalet û bê xwendinî, ku hezar ji me da yek «qazete» nikarin bixwînin delîlê wê ye.

Ê sisiyan dijminî û îxtilaf e, ku ev ‘edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmet jî, ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir.

 

Ku we ev seh kir bizanin çara me ev e: ku em sê şûrê elmas bi destê xwe bigrin; ta ku em hersê cewherê xwe ji destê xwe nekin, hersê dujminê xwe ser xwe rakin!.

Û şûrê ewil* me’arif û xwendin e.

Ê duduyan îttifaq û muhebbeta millî ye.

Ê sisiyan însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sêfîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.

 

Wesiyeta paşî;

xwendin, xwendin, xwendin  û  dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin.

saidnursi_kurtce_makale

Mela Seîd

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.