Madem yê ku dike dizane, helbet yê ku dizane dê bipeyive

Ji Mektûbatê

Xwedî û mutesserifê vê kainatê, helbet bi zanetî dike û bi hikmetê teserruf dike û her aliyî dibîne, tedwîr dike û bi her tiştî dizane û terbiye dike û hikmet, xaye û feydeyên kû di her tiştî de dixuyên, îrade dike û tedwîr dike. Madem yê ku dike dizane, helbet yê ku dizane dê bipeyive. Madem dê bipeyive, helbet dê bi zîşuûr û zîfikir û wan ên ku dizanin bipeyivin re bipeyive. Madem dê bi zîfikiran re bipeyive, helbet dê bi new’ê mirovî ku di nav zîşuûran de, yê herî bicem’iyet e û şuûrê wan kullî ye re bipeyive.

Madem dê bi new’ê mirovî re bipeyive, helbet dê bi mirovên ku di nav mirovan de qabilê xitabê ne û mukemmel in re bipeyive. Madem dê bi mirovên ku herî mukammel û qabiliyeta wan herî bilind û exlaqê wan herî ulwî ye re û bi wan ên ku dê ji new’ê beşerî re bibin muqteda re bipeyive, helbet dê bi Resûlê Ekrem Eleyhîsselatû Wesselam ku bi îttîfaqa dost û dijminan, di qabiliyeta herî bilind de ye û di exlaqê herî alî de ye û ji pêncan yekê new’e beşerî jê re îqtida kiriye û nîvê erdê ketiye bin hukmê Wî yê manewî û îstîqbal, bi roniya nûra ku wî ew aniye, hezar û sê sed salan ronîdar bûye û qismê nûranî yê û ehlê îmanê yê beşerî, bi awayekî mutemadî rojê pênc caran bi Wî tecdîda bîatê dike û ji Wî re duaya rehmet û seadetê dike û ji Wî re medh û muhebbetê kiriye re bipeyive û bipeyiviye û dê bike resûl û kiriye û dê ji new’ê beşer ê din re bike rêber û kiriye.

Ji Mucîzeyên Ehmedî(e.s.w.)yê ya ji Mektûbatê

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.