Quran çi ye? Tarîfa wê çawa ye?
Beşa Pêşî:
Quran tercumeyeke ezelî ya vê kitêba mezin a kaînatê…
Û tercumana ebedî ya zimanên cûrbicûr ên ku ayetên tekwînî dixwînin…
Û mufessira vê kitêba alema xeybê û şehadetê…
Û keşşafa xezîneyên manewî yên esmayê Îlahî yê ku li erd û esmanan nepenî ne…
Û mifteya heqîqetên ku di bin riste û rêzên hedîseyan de muzmer in, veşartî ne…
Û di alema şehadetê de zimanê alema xeybê…
Û xezîneya xîtabên ezelî yên Subhanî û îltîfatên ebedî yên Rehmanî, yên ku ji aliyê alema xeybê ve tên, ku di pişt perdeya vê alema şehadetê ye…
Û tav, temel û hendeseya vê alema manewî ya Îslamiyetê…
Û nexşeya muqeddes a alema uxrewî…
Û tercemana satih, burhanê qat’î, tefsîra wazih/zelal û qewlê şarih ê zat û sifat û esma û şiûnê Îlahî ye.
Û murebî û perwerdekara vê alema însaniyetê…
Û av û roniya Îslamiyeta ku însaniyeta mezin e…
Û hîkmeta heqîqî ya mirovahiyê ye.
Û hadî û murşîda heqîqî ya ku însaniyetê sewqî seadetê dike…
Û ji însanan re hem kitêbeke şerîetê
hem kitêbeke duayê
hem kitêbeke hîkmetê
hem kitêbeke ubûdiyetê
hem kitêbeke emir û dawetê
hem kitêbeke zikrê
hem kitêbeke fikrê ye.
hem tekane kitêbeke muqeddes, pîroz û cami’ a ku gellek kitêban -ku ji îhtiyacên manewî yên temamê însanan re dikarin bibin mercî’- di nav xwe de dihewîn.
Hem kitêbeke sewamî ya di hikmê kitêbxaneyeke muqeddes de ye ku meşrebên cihê cihê û meslekên cuda cuda yên temamê ewliya û siddîqîn, ûrefa û muheqqîqînan dihewîne û ji wan re yeko yeko rîsaleyekê ibraz û şanî dike ya ku layiqê mezaq û tama di her meşrebekê de ye û wê meşrebê tenwîr dike û ya ku guncavî mesaq û armanca her meslekekê ye û wê teswîr dike.
Mucîzeyên Quranê, Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, Wer. Ayhan Meretowar, Weşanxaneya Zehrayê, çapa 2yem, r. 8
Nîşe: Li ser wergerê hinek teshîh hatin kirin.