NÊRÎNEKE QURANÎ YA LI MÛSÎBETAN

NUKTEYA PÊNCAN1

Sê mesele ye.

Meseleya Yekê: Musîbeta heqîqî û musîbeta bizerar, ew mûsîbet e ku tê serê dîn. Ji musîbeta olî/dînî, her gav divê meriv xwe bipenêhe dergehê Îlahî û feryad bike. Lê belê, mûsibetên ku ne dînî/olî ne, di rastiya xwe ya heqîqetê de, ne mûsîbet in. Beşek jê îxtarên Rehmanî ne. Çawan gava şivan, kevir davêje mêşînên xwe yên ku dikevin erdê xelkê. Ew pez jî, ji wî kevirî pê derdixin ku ev, îxtarek/hişyarkirinek e ku wan ji karê bizerar bifilitîne, loma bi memnûnî vedigerin. Wisan jî gelek mûsîbetên zahirî hene ku her yek jê, îxtareke Îlahî, qismek jê îqazeke Îlahî ne.. û beşek jê, kefaretê guneh in.. û beşek jê, xefletê ji hev belav dike û wê kêmqewetî û muhtaciya merivî, tîne bîra meriv û bi awayekî ji awayan, huzûrê dide merivan.

Beşa musîbetê ya ku nexweşîn e, çawa ku berê jî behsa wê hat, ew beş, ne mûsîbet e, belkî, îltîfateke Rebbanî ye, paqijkirinek e. Di rîwayetê de heye ku: “Bi hejandina dareka gihîştî û pirxulî, çawa mêweyên wê dikevin, ji ber ricifandina tayê, guneh jî wisan diweşin.”

Hezretî Eyyûb eleyhîsselam di munacata xwe de, ne ji bo îstreheta nefsa xwe dua kiriye. Belkî dema ku nexweşîn, ji zikrê zimanî û tefekura dilî re bûye asteng, ji bo xatirê ubudiyetê şîfa xwestiye. Amaca me ya pêşî bi wê munacatê divê ew be ku em, bi niyeta şîfayê dua bikin; da ku ew birînên me yên manewî û giyanî ku ji ber gunehan derketine, baş bibin. Gava ku nexweşînên maddî, ji ubudiyetê re bibin asteng, [ha wê hingê] em dikarin xwe ji wan bipenêhin. Lê belê bi awayê îtîrazkarî, şikayetkarî na; belkî bi zelîlî û bi îstîmdatkarî / hawarxwazî divê em xwe bipenêhin û bispêrin. Madem em bi rubûbîyeta Wî qaîl in, li gor rastiya wê rubûbiyetê jî, îca lazim e ku meriv, bi her tiştê ku Ew dide, qîma xwe bîne. Heke meriv, bi awayê “Ax!” û “Of!” ê gilî bike û li qeza û qederê îtîraz bike, ji awayekî ve, mîna ku meriv qederê tenkîd bike, Rehîmiyeta wî îttîham û tawanbar bike. Yê ku qederê rexne/tenkîd dike, serê xwe li orsê dixe, dişikêne. Yê ku rehmetê tawanbar dike, ji rehmetê mehrûm dimîne. Bi destê ku şikestiye, ji bo tolhildanê gava meriv wî destî bi kar bîne, çawan ku şikesteka wî destî zêde dike, wisan jî, merivê ku giriftarî mûsîbetê bûye, gava ku bi îtîrazkarî, bi gilî û mereqê wê pêşwazî bike, musîbetê ducarî dike.

Meseleya Duduyan: Mûsîbetên maddî gava çiqas mezin bên dîtin, ewqas mezin dibin, gava piçûk bêne dîtin, piçûk dibin. Mesela, di şevan de, xeyalek tête ber çavê meriv, heke ew girîng bê dîtin mezin dibe, girîngî pê neye dayîn, winda dibe. Çawa ku meriv gava têkilî mêşên hingiv ên ku wan dest bi êrîşê kiriye bibe, zêdetir êrîş dikin, lê belê gava ku meriv guhê xwe nede wan belav dibin, eynî wisan, gava meriv, bi çavê mezin li mûsîbetên maddî binihêre, bi wasîteya mereqê, ew mûsîbet, ji cesedê derbas dibin û diçin di nava nîvê dil de reh û kok berdidin û mezin dibin, îca bi ser de jî, encama wê, dibe mûsîbeteke manewî, xwe dispêre wê, dewam dike. Kengê gava ku ew, bi xêra qaîlbûna bi qeza û tewekulê, wê mereqê rake, mîna birrîna reha/koka darekê, ew mûsîbeta maddî, sivik dibe sivik dibe, mîna dara ku koka wê hatiye birîn hişk dibe, diçe. Ji bo îfadekirina vê heqiqetê min hiyamekê wiha gotibû:

Dev ji feryada neçar berde ey bêçare li hember belayê tewekkul bike,

Çimkî bizan feryad bela ender xeta ender bela ye.

Heke te, Yê ku bela dide dîtibe, sefa ender, eta ender bela ye bizan,

Heke tu nebînî, hemû cîhan cefa ender fena ender bela ye bizan.

Cîhanek tije ye bela ku li ser serê te, çi dibarî ji ber belayeke piçûk?

Were tewekkul bike.

Bi tewekulê di rûyê belayê de bikene, da ew jî bikene.

Gava ew bikene piçûk dibe diguhere.

Çawan ku di pevçûnê de meriv li hember dijminekî erjeng bikene, dijminahî bi aştiyê, xusûmetî, bi henekê/yariyê diguhere, dijminahî piçûk dibe; mehf dibe; meriv, gava bi tewekkulê pêşwaziya musîbetê bike jî, wisan e.

Meseleya Sisêyan: Ji her demekê re hukmek heye. Îro ku dema xefletê ye, mûsîbetê, teşe û şiklê xwe guherandiye. Di hin deman de û di hin kesan de bela, ne bela ye, belkî lutfeke Îlahî ye.

Ez, van nexweşok û mûsibetzedeyên vê demê, -bi şertê ku mûsîbet têkilî dîn nebe- bextewar dibînim, ji ber vê yekê, tu fikrekê nade min ku ez bibim dijberê nexweşîn û mûsîbetan.. û hîsa/pêjna ku ez bi wan biêşim nayête min. Çimkî kîjan ciwanekî nexweş ku hatibe ba min, dibînim, li hember emsalên/hemsalên xwe, hinekî din girêdana wî, li ber peywira dînî û axretî heye. Ji ber wê, ez tê digihîjim ku derbarê yên wisan de nexweşîn, ne mûsîbet e; ji awayekî ve nîmetekî Îlahî ye. Çimkî her çendî ew nexweşîn, zehmetekî nîşanî jiyana wî ya kurt û fanî ya dunyayê dide jî, sûdê/mifayê dide heyata wî ya ebedî. Ji awayekî ve, jê re dikeve hukmê îbadetan. Heke sihhet û afiyetê bibîne, ji ber serxweşiya ciwanî û sefaheta vê demê, helbet dê nikaribe wê rewşa xwe ya nexweşînê biparêze, belkî dê xwe bavêje nava sefîhiyê.

1 Bediüzzaman Said Nursi, Hastalar Risalesi/Rîsaleya Nexweşan, Hizmet Vakfi Yayinlari, Stenbol 2012, rû: 70-74, wer: Ayhan Yıldız

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.