Li Ser Wate û Rastiya Tewekkulê

NUQTEYA SISÊYAN1

Îman hem nûr e hem qewet e. Erê, yê ku îmana heqîqî bi dest bixe, dikare li hember kaînatê derkeve meydanê û li gor qeweta îmanê, dikare ji pêkutiya bûyeran xelas bibe. Dibêje: 2 تَوَكَّلْتُ عَلَى اللّٰهِ di keştiya jiyanê de, bi ewlehiyeke tam û temam, di nav wan pêlên çiyawarî yên bûyeran de, seyran dike. Temamê giraniyên xwe, emanetî wî destê qudreta Qedîrê Mutleq dike, bi dilekî rehet ji dunyayê derbas dibe, li berzexê îstrehet dike; peyre ji bo bikeve seadeta ebedî, dikare hilfire Cennetê. Na, heke tewekkul neke, ew giraniyên dunyayê, ciyê ku rê bide hilfirîna wî/wê, ew wî/ê ber bi esfelê safilîn ve dikşîne. Nexwe îman, tewhîdê; tewhîd, teslîmê; teslîm, tewekkulê; tewekkul jî, seadeta dareyn divê.

Lê belê, bi xeletî fam meke! Tewekkul ne ew e ku sebeb, bi temamî werin reddkirin. Belkî divê ku sebeb, weke perdeya destê qudretê bêtin zanîn û rîayet li wan bête kirin -teşebbusa li ser sebeban, bi awayekî ji awayan, divê weke duayeke fiîlî bête famkirin- û musebbeb jî, divê tenê ji Cenabê Heq bên xwestin û encam jî tenê divê ji Wî bên hêvîkirin û minnetdarî jî, divê tenê ji Wî re bête nîşandan.

Mîsala wî yê ku tewekkul dike û yê ku nake, di dirûvê vê hîkayeyê de ye:

Weqtakî, du mirov, barên giran hem didin ser pişta xwe, hem didin ser serê xwe, bilêtekê dikirin û li keştiyeke mezin siwar dibin. Yek jê, dikevê nakevê, barê xwe di keştiyê de datîne û li serê rûdine, ji xwe re disekine; yê dî, ji ber ku hem ehmeq, hem qure ye, barê xwe danayne.

Ji wî re hat gotin:

Barê xwe yê giran dayne keştiyê û ji xwe re rehet bibe.”

Wî got:

Na, ez dê daneynim. Dibe ku wenda bibe. Ez bi qewet im. Ez dê malê xwe, li ser pişta xwe û li ser serê xwe biparêzim.”

Dîsa ji wî re hat gotin:

Ev keştiya/sefîneya sultanî ya biewle ku me jî te jî radigre, bêhtir bi qewet e; çêtir baş diparêze. Dibe ku tu gêj bibî, dunya li dora te bigere, dewxa te here û tu tevî barê xwe bikevî behrê. Bi ser de jî, her ku diçe, tu dê ji qewetê bikevî. Ev pişta te ya xulbûyî, ev serê te yê bêaqil, her ku zeman pê bikeve, dê xwe di bin vî barî de ku bere bere giran dibe, nikaribe taqet bike û dê nikaribe xwe ragre. Qaptan jî, gava te di vî halî de bibîne, yan dê bibêje ev dîn e û dê te berê bide; biqewêre, yan jî, dê ferman bike bibêje: “Xayîn e, keştiya me di bin tohmetê de dihêle, feskê xwe bi me dike, bila bête girtin.” Hem tu dê ji her kesî re bibî mesqere. Çunkî li ber çavê ehlê dîqqetê, bi wê quretiya xwe ya ku qelsiyê nîşan dide û bi wê xurûra xwe ya ku ecz û neçariyê xuya dike û bi wê sûn’îtiya xwe ya ku riya û zelîliyê nîşan dide, te xwe kir pêkenokê xelkê; her kes bi te dikene.” Piştî ku ev jê re hatin gotin, hişê wî bêçareyî hat serê wî, barê xwe danî erdê, li serê rûnişt û got:

Ox! Xwedê ji te razî be. Ez ji zehmetê, ji girtinê û ji mesqeretiyê xelas bûm.”

Ha, hey mirovê bêtewekkul! Hey mirova ku bê tewekkul e! Tu jî mîna vî mirovê ha, aqilê xwe bide serê xwe, tewekkul bike; da ku tu, ji parsekiya hemû kaînatê û ji rihilîna li hember her bûyerê û ji xwefiroşiyê û ji mesqeretiyê û ji şeqawet û zehmetiyên axretê û ji hebsa wan tengasî û tengijînên dunyayê bifilitî.

1 Bediüzzaman Said Nursi, 23. Söz/Kelîmeya Bîst û Sisêyan, Hizmet Vakfi Yayinlari, Stenbol 2012, rû: 13-16 û Bediüzzaman Said Nursi, Gençlik Rehberi/Rêbera Ciwanan, Hizmet Vakfi Yayinlari, Stenbol 2013, rû: 215-217 wer: Ayhan Yıldız

2 Min tewekkuliya xwe da ser Xwedê. (Sûreyê Hûd: 56)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.