Heq Her Tim Serfiraz e!

El-Heqqu Ya’lû” Bi Xwe, Hem Aqûbet Mirad E1

Wa hevalo! Demekê yekî pirsiyarek kir:

Hêjku El-heqqu ya’lû heq e. Bo çi kafir li muslîm; qewet li heqê dibe?”

Min got: Binêr li çar nuqtan! Dê ev muşkîl hel bibe.

Nuqteya ewil ew e: Wesîla her heqekî ne lazim e ku heq be.

Her wiha ne lazim e wesîla her batilî, wesîleyek batil be.

Encama wê ev dertê: Wesîleya ku heq e, ya batilî têk dibe.

Ji ber vê yekê, heqek mexlûbê batilek e.

Demdemî û bi wesîte çêbûye. Ne ku bi xwe û ne jî daîmî ye.

Lê dawiya dawiyê, her tim dîsa ya heq e.

Heqekî hêzê heye, sirrekî xîlqeta wê.

Nuqta duyemîn ew e: Her wesfê misilmanek wacib e ku muslîm be,

a ku li derve pêk tê, ne pêkan û sabit e.

Wiha, wesfên kafiran lazim e ku kafir bin,

ne lazim e ku her tim ji kufra wan bêne der.

Her wesfê her fasiqî, divê ji fisqa wî be,

wiha jî, her tim nabe.

Nexwe wesfê kafirek wekî wesf ku muslîm be.

dê li wesfê nemeşrû yê misilmanek bibe.

Tê wê yekê ew kafir li misilman xalib e.

Hem li vê dinyaya ha, heqê heyatê ‘am e.

Ew rehmeta umumî cilweyek wê manedar,

sirrekî hîkmeta wî; kufur ne mani’ê wî.

Nuqta sêyemîn ew e: Ji du wesfên kemalê yên Zatê Xwedîcelal du heb teyîsînên şer’:

Meşîet û teqdîra ji wesfê îradê tên, ew jî şer’a tekwînê…

Şerîeta meşhûr ku ji wesfê kelamê tê.

Li hember emrên şer’ê wek îtaet û isyan;

wisa di emrên tekwînî, îtaet û isyan dibe.

A ewilî para zehf li axretê dibîne xêr û cezakirinê.

A duyemîn zehftirîn li dinyayê dikêşe ceza û mukafatê.

Wekî niha; çawa ku xelata sebrê zafer; ya zexelî sefalet.

Her wiha jî wisa ye, xêra kedê serwet e. Ya sebatê serkeftin.

Ceza jehrê merezek; ya panjehrê sihhet e.

Carina emrên du şer’an, li ba hev in di tiştek.

Bo her yekê aliyek… bê weku, îtaeta emrê tekwînî -ku heq e.-

îtaet xalib dibe bi isyana wî emrî -ku, tewreke batil e.-

Heke heqek bo batil bibe wekî wesîle,

gava ku bi serî ket, li hember batilekê, ku bûye wesîla heq;

herwekî mexlûb bûye heqek ji bo batilê, lê ne bi xwe welê ye.

Nexwe “El-heqqu ya’lû” bi xwe tê vegotinê.

Hem aqûbet mirad e, şert parastina hisyet.

Nuqta çaremîn ew e: Heqqek nehênî maye, an jî bê qewet maye,

An têkel e, yan xuşûş.

Ji wî re pêşveçûnek, an hêzeke turfende lazim bû were dayin.

Bo demdemî bi zînet û tekûz were kirin, batil muselletê wî;

da ku giraniya heq, çendî ku pêwistî ye,

da sirf û xalis derê. Li destpêkê, li dinyê batil serdestî bike;

lê herbê qezenc nake. “Aqûbetu’l-mutteqîn” derbekê li wê dixe.

eve batil mexlûb e.

Sirrê “El-heqqu ya’lû” wî li cezayê dixe; eve heq jî xalib e…

1 Bediüzzaman Said Nursi, Leme’at, Hizmet Vakfi Yayinlari, Stenbol 2014, rû: 83-86, wer: Aydin Üneşi

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.