Ji Hesediyê re Çareyek

Mirovê hesedvan, bila li encam û dawiya wan tiştên ku heseda wan dike bifikire; da fam bike ku ew xweşikî, qewet, mertebe û serweta dunyayî ku bi reqîbê wî re hene, fanî ne, demdemî ne. Feydeyên wan hindik in; lê zehmetê wan zêde ne. Îca heke tiştên ku pê re hene, meziyetên axretî bin, jixwe di wan de hesed nabe. Vêca gava di wan de jî hesed bike, yan ew bi xwe riyakar e; dixwaze ku malê dunyayê mehû bike; yan jî ew zenn dike ku kesê mehsûd riyakar e, her wiha neheqî dike, zulm dike.

Hem gava ku bi wan musîbetên ku tên serê wî kêfxweş bibe û ji ber wan nîmetên ji wî re tên dayîn, ew xembar bibe, wisan dibe ku ji qeder û rehmeta Îlahî ya ku qenciyan bi wî dike, dixeyide. Eynî mîna ku qederê rexne bike, li hember rehmetê îtîraz dike. Yê ku qederê rexne dike, serê xwe li orsê dide, dişkêne; yê ku îtîraza rehmetê bike, ji rehmetê mehrûm dimîne.

      Gelo kîjan însaf qebûl dike ku mirov, ji ber tiştekî ku ne hêjayî neyartiya yek rojekê ye, îca salekê, bi kîn û edawetê muqabele bike û ka ev dikeve kîjan wicdanê xerabnebûyî? Hal ku hal e, nebaşiyeke ku ji birayê te yê mumîn tê serê te, bi temamî ne ji wî ye û nabe ku tu jê bizanî û wî mehkûm bikî.

 

Risaleya Uxuwwetê

(Aliyê Çaran – Dustûra Çaran – Çareya Hesediyê)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.