Dê Rojava (Ewrûpa/kufr) biçe ava û Rojhilat (Esya/Îslam) hil bê

Ev ZELZELEya di Nav MERIVAHIyê de,
Ev HEJÎNa di Nav ÎSLAMÊ de,
Dê vê Zelîliya Berejêrdaketî, Zaîl Bike
û dê îstîqlal û îstîqrarê bide ÎSLAMÊ,
BELKÎ dê Rojavayê bibe ava û Rojhilatê hil bîne…
Ger tu bibêjî: Ji ber çi ye ku Îslamiyet gelek xerîb bûye, qels bûye, îzzeta wê jî wenda bû! Siûd û talihê me, çû ava.
Stêrk derneket gelo? Ez jî dibêjim: Sedema wê, ew e ku devê me ji Rojava re gelek vekirî ye, em ji wan zêde hez dikin.
Me bi hezkirineke bêyom berê xwe da aliyê Rojava. Me kir ku Roja Îslamiyetê jî biçe ava.
Kengê gava ku me berê xwe, bi nefreteke şedîd, ji Rojava bada, bi hezkirinê, gava me berê xwe jidil da aliyê Rojhilat, dê derkeve ew heyva wê Îslamiyeta biheşmet, dê ji Roja Îslamê nûra xwe bigre, belav bike; hîlala wê bilind bibe. Em xapiyan, me xeta kir.
Me hezkirina xwe li derve; îca dijminahiya xwe jî, li hundir serf kir. Bi ser de jî em ketin. Ji bo rabûna me, divê ku em van bi hev becayîş bikin. Ji ber ku me xeta kir, lewre jî me dît.

Leme’at – 198

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.