Nimêj: Stûna Dîn û Mî’raca Mumîn

1KELÎMEYA ÇAREM

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ

اَلصَّلاَةُ عِمَادُ الدِّينِ2

Nimêj, çiqas qîmetdar û muhîm e hem çiqas erzan û bi mesrefekî hindik tê karkirin hem mirovê nimêjneker çiqas dîwane û bi zerar e; ku tu bixwazî di qetiyeteke di dereceya du caran dido dike çar de fêm bikî; li vê kurteçîroka temsîlî binêre û bibîne:

Demekê hakimekî mezin, du xizmetkarên xwe –her yek ji wan bîst û çar zêr dide wan– ji bo ku li çewlikeke wî ya xas û xweşik a bi maweyê du mehan dûr bi cih bibin dişîne. Û li wan emir dike ku: “Mesrefê rê û bilêtê ji vî pereyî bikin. Hem lazimiyên mala xwe ya wê derê bikirin. Bi qasî mesafeya rojekê îstasyonek heye; hem erebe, hem gemî, hem şîmendîfer û hem teyare peyda dibin. Siwarbûna wan li gorî sermayeyê ye.”

Her du xizmetkar, piştî ders werdigirin diçin. Yek jê, bextiyar bû ku, heta rawestgehê hinek pere mesref dike. Lê belê, di nava wî mesrefî de, tîcareteke wisa xweşik a ku dê li xweşiya efendiyê wî here bi dest dixe ku sermayeya wî ji yekê derdikeve hezarî.

Xizmetkarê din, ji ber ku serserî û bextreş bû, heta rawestgehê bîst û sê zêrên xwe xerc dike. Dide qumar-mimarê berze dike. Tenê zêrekî wî dimîne. Hevalê wî jê re dibêje: “Ho malneket, vî pereyê xwe bide bi bilêtekî. Da ku tu di vê riya dirêj de peya û birçî nemînî. Hem efendiyê me kerîm e, belkî merhemet bike, qusûra ku te kiriye efû bike. Te jî li teyareyê siwar bikin. Di rojekê de em herin cihê ku em ê lê bimînin û bijîn. Heke na, tu yê mecbûr bimînî di çoleke wisan de, ku bi qasî maweyê du mehan dûr e, birçî, peya û bitenê herî.”

Gelo ku ev mirov rik bike, wî zêrê xwe yê bi tenê nede bi bilêtekî ku di hikmê mifteya gencîneyekê de ye, li lezeteke demdemî serf bike; mirovê herî bêaqil jî nizane ku çiqas bêaqil, bi zerar û bextreş e!

Eve ey mirovê nimêjneker. Û ey nefsa min a ku nimêj li xweşiya wê naçe!

Heçî ew hakim; Rebbê me, Xaliqê me ye. Ew her du rêwiyên xizmetkar ku hene; yek jê dîndar e, nimêja xwe bi işq û şewq dike; yê din mînaka/nûnerê mirovên xafil e, nimêjneker e. Ew bîst û çar zêr ku hebûn, bîst û çar saetên ku di her rojekê de ne. Ew zeviya xas jî, Bihuşt e. Ku ew rawestgeh, qebr e. Îcar ew seyahet; rêwîtiya beşerê ya di qebrê û heşrê re diçe ebediyetê. Li gorî emel û qeweta teqwayê, wê riya dirêj bi aweyên cihêreng diçin. Qismekî ehlê teqwayê mîna brûskê riya hezar salî di rojekê de diçe. Qismek jî mîna xeyalê dûrahiya pêncî hezar salî di rojekê de dikudînin. Qur’ana Ezîmuşşan, bi du ayetan îşaretî vê heqîqetê dike. Heçî ew bilêt, nimêj e. Saeteke tenê, têra pênc wext nimêj û destnimêjê dike.

Gelo yê ku bîst û sê saetên xwe li heyata vê dinyaya imirkurt xerc bike û li wê heyata dirêj a ebedî saeteke xwe ya tenê serf neke; çiqas zerar dike, çiqas li nefsa xwe zilm dike û çiqas li derveyî aqil hereket dike.

Lewre, heke aqil qebûl bike ku mirov nîvê malê xwe bide qumara piyangoyeke ku hezar mirov tevlî; hal ku ew e, ihtîmala karkirinê ji hezarî yek e. Piştî wî ji bist û çaran yekê malê xwe nede xezîneyeke ebedî ya ku îhtîmala karkirina wê tesdîqkirî ye ku ji sedî not û neh e; çiqas li dijî eqil û hikmetê hereket dike, çiqas ji eqil dûr difikire, ma mirovê ku xwe bieqil zen dike fêm nake?

Hal ew e ku; di nimêjê da riheteke pirr mezin a ruh, qelb û eqil heye. Hem ji bedenê re jî ew çend ne îşekî giran e. Hem kar û emelên din ên dinyayê yên mubah, ku nimêjker, bi niyeteke baş dike, dikevin hikmê îbadetê. Bi vî awayî tevekê sermayeya umrê xwe; dikare ji axretê re bike mal; umrê xwe yê fanî, awayek ji awayan baqî dike.

1 Bediüzzaman Said Nursi, Küçük Sözler/Peyvên Biçûk, rû: 22-25, wer: Aydin Üneşi

2 Nimej sitûna dîn e.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.