Nameyeke Girîng li ser Teqwayê

(Ev name, gelek girîng e.)

1بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ

2 اَلسَّلاَمُ عَلَيْكُمْ وَ رَحْمَةُ اللّٰهِ وَ بَرَكَاتُهُ اَبَدًا دَائِمًا

Gelî birayên min ên ezîz û siddîq!

Van rojan, li ser teqwa û ‘emelê salih ku di nezera Qurana Hekîm de, piştî îmanê, herî zêde ew weke esas tên girtin, ez fikirîm. Teqwa, xwedûrgirtina ji menhiyat û gunehan e û ‘emelê salih; hereketkirina di daîreya û emir de ye û qezenckirina xêran e. Çawa ku di her zemanî de def’a şer, li hember bidestxistina xêran tê tercîhkirin, îca di vî zemanê texrîbat, sefahet û hewesên cazîbedar de, ev def’a tiştên fesadî û terka kebaîran ku teqwa ye, bûye ussul esas û pê re jî, wê, ruchaniyeteke/raserbûneke mezin girtiye ser xwe.

Vî zemanî, ji ber ku texrîbat û cereyana menfî, bi dehşet bûye, teqwa, li hember van texrîbatan, esasê herî mezin e. Yên ku ferzên xwe bikin û gunehên kebîr/mezin nekin, difilitin. Di nav van kebaîrên ezîm de, muweffeqbûna biîxlasî ya di ‘emelên salih de, gelek hindik e.

Hem jixwe ‘emelekî hindik ê salih, di nav van şert û mercên giran de, di hukmê “zaf/pir” de ye.

Hem di teqwayê bixwe de, jixwe bi awayekî ji awayan ‘emelê salih heye. Çunkî terka heramekî, wacib e. Gava meriv yek wacibekî bîne cî, xêra wê, miqabilê gelek sunnetan e. Di demên wiha de ku bi hezaran guneh bi ser merivan de êrîş dikin, meriv li gorî teqwayê tevbigere û tenê hema ji yek gunehekî xwe dûr bigre û ‘emelekî hindik bike, wisa ye, mîna ku meriv, terka bi sedan gunehan bike her wiha bi sedan waciban bîne cî. Ev xala girîng, bi niyetê, li ser navê teqwayê û bi amanca xwedûrgirtina ji gunehan, wisa ‘emelekî salih ê girîng e ku ji îbadeta menfî tê.

Wezîfeya herî girîng a şagirtên Rîsaleyên Nûr, di vî zemanî de ew e ku li hember van texrîbat û gunehan, teqwayê esas bigrin û li wê goriyê tevbigerin. Madem tenê di her deqîqeyê de, di awayê jiyana civakî ya vî zemanî de, sed guneh bi ser merivan de tên, bi teqwayê û bi niyeta xwedûrgirtina ji gunehan, helbet meriv dikeve wê rewşê, mîna ku meriv sed ‘emelên salih kiribe. Malûm e, serayeke ku yek merivekî, di yek rojekê de xera kiriye, bîst meriv, bîst rojî bixebitin, nikarin çê bikin. Îca li hember texrîbat û xerakirinên yek merivekî bîst meriv vî zemanî diviya bixebitiyana; lê belê, a niha, li hember bi hezaran texrîbatkaran, berxwedan û tesîra ev qas a tamîrvanekî mîna Risaleyên Nûr, gelek nuwaze ye. Heke ev her du hêzên miqabilê hev, di heman astê de bûna, bi rehetî dê bihata dîtin ku di tamîrkirinê de, muweffeqiyet û futûhateke wê ya çiqas mûcîzewar heye. Ji vê hevokê:

Ew hurmet û merhemeta ku di jiyana civakî de, du esasên herî girîng ên îdarekirinê ne, wisa gelek ji binî hejiyane. Li hin ciyan, ji bo wan pîrekal, dê û bavên ku gelek bi elem in û bêçare ne, ev rewş ketiye delavekî bidehşet. Ji Cenabê Ellah re şukur be ku Risaleyên Nûr, li hember vê texrîbata bidehşet, têdikoşe û li wan deran, berxwedaneke xweş nîşan dide û misêwa tamîr dike. Bi xerabûna Sedda Zulqerneyn, çawa ku Yecûc û Mecûc, dunyayê dibin helakê, bi hejîna sedda Quranî ku Şerîeta Muhemmedî (e.s.w.) ye re, enarşîtiyeke bi-zulûmat û bêdîniyeke bi-zilim ku di exlaq û jiyanê de, ji Yecûc û Mecûc bêhtir bidehşet e, wa ye dest bi fesad û îfsadê dike.

Di rûdan û qewimîneke wiha de, mucahedeyên manewî yên wan şagirtên Risaleyên Nûr, înşaellah mîna wî zemanê dewra sehabiyan, bi ‘emelê hindik, ji xêrên gelek zêde mezin û emelên salih re, dibe medar.

Birayên min ên ezîz! Ha di zemanekî wiha de, li hember van rûdan û qewimînên bidehşet, piştî îxlasê, hêza herî mezin ew e ku bi dustûrê îştîraka emelên axretî, em bi qeleman, li defterên hev ên emelên salih, xêran bidin nivîsandin û bi zimanên xwe, em qewet û alîkariyê bişînin keleh, meteris û kozika teqwayê. Bi ser de jî, ji şan û wesfên qehremanên mîna we wefadar û şefqetkaran e ku di van sêmehiyên mubarek de û di van rojên navdar de, hûn bên alîkariya vî birayê xwe yê feqîr û kêmqewet ku xusûsî bûye hedefê wan êrîşên bahozî. Bi temamê ruhê xwe, ji we, vê îmdada manewî rica dikim. Îca ez bixwe jî, bi şertê îman û sedeqetê, telebeyên Risaleyên Nûr, bîst û çar saetan, bi dustûrê a’malê uxrewî, carcaran, zêdetirî sed carî, bi unwana “telebeyên Risaleyên Nûr”, ji dua û qezencên xwe re, dikim hîssedar û şirîk.

Seîdê Nûrsî

1 Bi navê Xwedayê ku ji her cûre kêmahiyî berî ye.

2 Selam, rehmet û bereketa Xwedê, bi awayekî ebedî û daîmî li ser we be.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.