Bêguman “axret” jî eynî mîna hebûna dinyayê heye!

Madem dinya heye û madem ji nîşan û elametan xweya dike ku hikmet, alîkarî, rehmet û edalet jî hene; nexwe bêguman axret jî eynî mîna hebûna dinyayê heye. Madem her tişt bi awayekî li wî aliyî dinêre, nexwe ew tişt wê biçine wir. Înkarkirina axretê; înkarkirina dinyayê û hemî tiştên tê de ye. Çawa ku mirin û qebir li hêviya însan in, Bihuşt û Dojeh jî li hêviya însan in û çavnêrîna wî dikin.

… … …

Belê, ev dinya ne musaid e ku qabiliyetên bêjimar ên di rûhê însan de simbil bidin. Nexwe ji bo ku ew qabiliyet şîn bibin, divê herin alemeke din. Belê, cewherê însan mezin e, nexwe namzedê ebedê ye. Mahiyeta wî bala ye, nexwe cînayetên wî jî mezin in, ew ne weke tiştên din e. Întîzama wî jî girîng e, çênabe ku belawela be, bête îhmalkirin û kirinên wî vala bimînin. Bi tunebûna mutleq hukum lê nayê kirin û nikare xwe bavêje hemêza tunebûnê. Dojehê devê xwe vekiriye li benda wî ye, Bihuştê jî hemêza xwe ya nazenîn vekiriye li hêviya wî ye.

Rêbera Xizmetê, Rûpel; 38..; Weşanxaneya Zehrayê

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.