Armanca pîroz ya afirandinê û encama herî bala ya fitretê

Tewhîd

“Tu dizanî ku gundek bê muxtar nabe, derziyek bê hosta çênabe, xwediyê wê heye. Herfek bêyî nivîskarekî ji ber xwe ve nayê nivîsîn, tu vê jî dizanî. Êdî ma gelo mumkin e ku ev warê ewqas bi rêk û pêk û muntezem bê serwer be?”

*** *** ***

Vê baş bizanibe: Armanca pîroz ya afirandinê û encama herî bala ya fitretê îmana bi Xwedê ye.

Mertebeya herî bilind ya mirovahiyê û meqamê herî mezin yê mirovan marîfetullah e, ango naskirina Xwedê ye ku ew jî bi îmana bi Xwedê pêk tê. Ji bo îns û cinan bextiyariya herî xweş û nîmeta herî şîrîn muhabbetullah e, ango hezkirina Xwedê ye ku ew jî di marîfetullahê de ye. Ji bo rûhê însan jî kêfxweşî û şahiya herî pak û zelal ew lezzeta rûhanî ye ku di muhabbettullahê de ye. Ev tiştên han bêyî hev nabin.

Kesê ku Xwedê nas dike û jê hez dike, yan bi potansiyela xwe, yan jî fi’len dikeve nav bextiyariyeke bêdawî, nîmetên Xwedê û sirên alemê hîn dibe û ronî dibe. Yê ku wî nas nake û jê hez nake ew jî ji hêla maddî û manewî ve dibe mubtelayê êş û eleman û bedbextiyeke bêdawî…

Belê, eger mirovekî nekar û miskîn li vê dinyayê di nav mirovên eware de û di jiyaneke bêber de bibe sultanê dinyayê jî, dema ku ew mirov bêkes û bêxwedî be gelo çend qurûş qîmeta wê heye?

Ha di nav van mirovên eware û di vê dinyaya fanî de, eger ew mirov xwediyê xwe nas neke û nebîne, wê demê herkes fêhm dike bê çiqas bêçarê û sergerdan e.

Eger xwediyê xwe peyda bike û wî nas bike, wê demê  dê îltîcayî rehmeta wî bike û xwe bispêre hêz û qudreta wî. Hingê ew dinyaya bi xof, dibe cihê geşt û seyranê, warê ticaretê.

Rêbera Xizmetê, rûpel: 31

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.