xilaskirina îmana mirovekî ji welîkirina deh mirovan bi xêrtir e…

Xilaskirina îmana mirovekî ji wê çêtir û bi xêrtir e ku tu bawermendekî bigihînî dereceya welîtiyê. Lewra îman bextewariya ebedî dide mirovan, bi qasî mezinbûna erdê serweriyeke baqî ku dawî lê nayê pêşkêşî mirovan dike. Lê heçî welîtî ye, Bihuşta bawermendan fireh dike, ronî dike. Çawa ku mirov yekî bike sultan çêtir û balatir e ji wê ku mirov deh neferan bike paşa; eynî wisa xilaskirina îmana mirovekî ji welîkirina deh mirovan bi xêrtir e, xizmeteke mezintir e.

Ha ji ber vê ye eger aqilê hinek ji wan birayên te yên Ispartayê nebîne jî, dilê pak yê gelekan dîtiye, loma jî hevaltiya bêçare û gunehkarekî mîna min, nadin bi hevaltiya welî û muctehidan.

Îcar li gorî vê rastiyê; eger qutbek yan jî alimekî mezin were vî bajarî, ji te re bibêje, “Ez ê di deh rojan de te bigihînim dereceya welîtiyê” û tu jî dev ji Rîsaleyên Nûr berdî û herî cem wî, tu nikarî bibî hevalê qehremanên Ispartayê.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.