Wateya ubûdiyeta evdî

Maneya îbadet ew e ku mirov li dergahê îlahî evdîtiya xwe, kêmasiyên xwe, nekarî û muhtacbûna xwe bibîne; li pêşberî wê rehmeta îlahî, wê perwerdegariya bêqusûr û wê qudreta ku ne muhtacî tu kesî ye; bi heyretmayin û bi eşq û şewq here secdê. Yanî çawa ku serweriya perwerdegariyê îbadet û lipeyçûnê dixwaze, pîrozbûna perwerdegariyê jî pakbûnê dixwaze; dixwaze ku evd bi tesbîhên Subhanellah qusûrên xwe bibîne, îstixfara xwe bike, Xwedayê xwe ji fikrên ehlê jirêketinê û hemî kêmasiyên kaînatê  bêrî bike, wî ji temamê kêmasiyan munezzeh bike, pak û pîroz bidêrîne.

Hen qudreta tam ya perwerdegariyê jî dixwaze ku evd hem zeîfiya xwe him jÎ ya hevcinsên xwe bibîne û li pêşberî wan berhemên mezin yên wê hêza ku ne muhtacî tu kesî ye, bi ecibandin û ecêbmayin bibêje Ellahu ekber û xwe nizm bike, here rukû’ê; xwe bavêje deriyê Xwedê û bi Wî tewekkul bike.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.