Wateya Nimêjê

Kesê ku îbadet dike di nimêja xwe de dibêje:

اَشْهَدُ اَنْ لآَاِلهَ اِلاَ اَللهُ

Yanî, ji Wî pê ve tu kesê ku biafirîne û rizq bide tune. Kar û zirar di destê wî de ne. Ew Hekîm e, tiştan li boşê çênake, hem jî ew Rehîm e, qencî û merheta Wî pir e.”

Maneya nimêjê ew e ku mirov Xwedê tesbîh bike, ji kêmasiyan dûr bidêre, wî mezin bike û şukrê wî bike.

Yanî li hember mezinbûna wî, bi gotin û kirinên xwe bibêje “subhanellah” û Wî ji hemî kêmasiyan dûr bibîne.

Li hember bêqusûriya Wî  bi gotin û tevgerên xwe bibêje “Ellahu ekber”, Wî mezin bidêre.

Li hember Cemala Wî [qencî û xweşikiyên ku bexşî mirovan dike] bibêje “Elhemdu lîllah” û hemdê Wî bike…

Nexwe gotina “subhanellah, elhemdu lîllah û Ellahu ekber” mîna dendika nimêjê ne. Ji ber vê hikmetê ye ku ev her sê peyvên pîroz di her hereket û zikrên nimêjê de hene. Dîsa ji ber vê hikmetê ye ku ev peyv piştî nimêjê 33 caran têne xwendin û maneya nimêjê diçespînin, wê teqwiye dikin. Maneya nimêjê bi van zikrên kin û kûrmane tê teyîdkirin.

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.