Rastiyên îmanê yên di Qur’anê de, bi delîlên hêzdar rave û şîrovê…

Dema ku em dibêjin, “Rîsaleyên Nûr tefsîreke bi hêz û rast ya Qur’anê ye” hinekên ku tam diqqet nakin, nizanin. Loma hissa pêdiviya ravekirina vê rastiyê bi min re çêbû. Ew jî ev e:

Tefsîr du qism in: Qismek jê tefsîrên ku têne zanîn in. Ev tefsîr gotinên Qur’anê peyv û hevokên wê rave û şîrove dikin, îsbat dikin.

Qismê duduyan jî, wan rastiyên îmanê yên di Qur’anê de, bi delîlên hêzdar rave û şîrovê dikin, rastiyên wê radixînin ber çavan. Ev qismê ha pir girîng e. Tefsîrên ku tên zanîn û li gorî maneya zahirî Qur’anê tefsîr dikin, carna bi kurtayî vî karî dikin, lê heçî Rîsaleyên Nûr e, ev metoda qismê duduyan ji xwe re kiriye bingeh. Rîsaleyên Nûr tefsîreke wisa kûrmane û payebilind e ku bi awayekî bêmînak fîlosofên herî dijber jî disekinîne.

Hem jî ev bîst sal in ku exlaq di bin vê zilma dijwar de ewqas xira bûye ku êdî qencî û rastî nemane û mirov ji bîstan jî baweriya xwe bi yekî naîne. Ha li hember vê rewşa xirab; sebat, berxwedan, rastî û hezkirina Îslamê lazim in, yan na tu encam ji vê rewşê dernakeve û wê zirarê bide mirovan.

Nexwe xizmeta herî xalis û xweş, ya herî girîng û serkeftî ew xizmeta pîroz e ku şagirtên Rîsaleyên Nûr di wê çarçeveyê de dikin.

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.