Pirek di navbera mislimanan de…

Giringiya zikatê –ku yek ji ruknên muhîm yên Îslamê ye- di jiyana mirovan de ev e:

Di hedîsê hatiye gotin: اَلزَّكوةُ قَنْطَرَةُ الْاِسْلَامِ yanî zikat pirek e ku misliman di wê pirê re diçe alîkariya birayê xwe yê misliman. Zikat ji bo jiyana civakî rêya rast ya nîzamê ye. Zikat dibe wesîle ku maddeyên ji jiyanê re lazim tevbigerin. Herweha ew li dijî jehra ku li hember pêşveçûna mirovahiyê weke asteng disekine jî, derman û çare ye.

Belê, di ferzkirina zikatê de; di gaziya Qur’anê ya ji bo sedeqe û deyndayinê de; di heramkirina faîzê û wesîleyên wê de hikmeteke mezin, sûdeke bala û rehmeteke berfireh heye.

Eger bi çavekî dîrokî li xirabiyên civata mirovan bête nêrîn û bingehên wan xirabiyan bêne lêkolîn, wê bête dîtin ku çavkaniya hemî fesadî û aloziyê û jêdera temamê exlaqê rezîl du gotin in: Dema ku herdu gotin gihatine hev, ev kûreya erdê weke bombeyekê teqiyaye û bi zewaca wan herdu gotinan ji însanên medenî cinawir çêbûn.

Gotina Yekê: Ez têr im, kesên din ji birçîna bimirin jî, min çi jê ye?

Gotina Duduyan: Ji bo rihetiya min zehmetiyê bikişîne; tu bixebite ez ê jî bixwim.

Ev gotina pêşîn bêmerhemet û nefisperest e ku erdhêjek kiriye nava mirovan, hindik maye ku qiyametê rabike. Dermanekî tenê heye ku koka wê bibire, ew jî zikat e; û sedeqe ye ku zikatê temam dike; û deyndayin e ku ew jî sedeqê temam dike.

Peyva duduyan bi hirs e, xemxwera xwe tenê ye û zalim e. Pêşveçûna mirovahiyê wisa êrîşî mirovahiyê dike ku hindik maye wê serûbin bike û bişewitîne.

Rêbera Xizmetê r.51-52 W.Z.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.