JI KAR Û WESFÊN BÊHEVTA YÊN RONIYA ÇAVAN (ESW)

Ew zat (s.X.l.) bi şerîetek, bi Îslamiyetek, bi ubûdiyetek, bi duayek, bi vexwendinek û bi îmaneke wisan derketiye meydanê ku ne mislê wan heye ne jî dibe; û ji wan tekûztir ne hatiye dîtin û ne jî tê dîtin. Lewra çardeh esran û ji pêncan yekê mirovahiyê, bi awayekî adil, li ser heqqaniyetê, bi mudeqqîqî, bi qanûnên wê yên bêhed, îdarekirina wê şerîeta ku di zatekî ummî de zuhur kiriye, emsal qebûl nake.

Hem Îslamiyeta ku ji ef‘al û eqwal û ehwalên zatekî ummî (s.X.l.) derketiye, di her esrî de, rêber û merciyê sê sed milyon mirovî ye û mamoste û mirşîdê aqilên wan û munewwîr û museffiyê dilên wan û murebbî û muzekkiyê nefsên wan e û ji bo ruhê wan mirovan, medar û sebebê înkîşafat û kawdanê, û kan û madena tereqqiyê ye. Lewma nabe ku mislê wê Îslamiyetê hebe û nekariye bibe…

Hem di hemû cureyên hemû îbadetên dînê xwe de, yê herî li pêş ew e; û ji her kesî zêdetir di teqwayê de ye û ji Ellahu teala ditirse; û di nav mucahede û heyteholên fewquladetê de, tam bi temamî heta li sirrên herî hûr û kûr ên ubûdiyetê mureet dike; û bêyî ku tu kesî teqlîd bike, bi awayekî tam di cî de, wekî yekem kes yekem car dike lê belê bi awayekî herî mukemmel hem îbtîda/destpêk û întihayê/dawiyê digihîne hev; lewma helbet hemtayê zatî nayê dîtin û nehatiye dîtin.

Hem bi Cewşenu’l Kebîr ku yek ji dua û munacatên wî yên bi hezaran e, bi marîfeteke Rebbanî ya wisa, di dereceyeke wisan de Rebbê xwe tewsîf dike ku ehlê marîfet û ehlê welayetê yên ku ji wê hingê ve tên, digel tevîbûn û telahuqa fikran, ne karîne bigihîjin wê mertebeya marîfetê û ne jî karîne bigihîjin wê dereceya tewsîf û wesifandinê. Ev yek nîşan dide ku di duayê de jî, hevtayê wî nîn e. Mirovê ku li serê Rîsaleya Munacatê binihêre, ku mealeke kurt a fiqreyeke ji wan not û neh fiqreyên Cewşenu’l Kebîr hatiye beyankirin, dê bibêje ku mislê Cewşenê bixwe jî tune ye.

Hem di teblîxa rîsaletê de û di vexwendina mirovan a ji bo heqqiyê de, di dereceyeke wisan de metînî, sebat û wêrekî nîşan daye, tevî ku dewletên mezin û dînên mezin, hetta qewm û qebîleya wî û apê wî, bi tundî pê re dijminahî kirine jî, wî bi qasî misqalê zerreyê, nîşaneke tereddud û dudilî; metirsiyek, tirsokiyek nîşan nedaye; û bi tena serê xwe, li hember hemû dinyayê derketiye meydanê û ji heqqê wan jî derketiye; û Îslamiyet daniye ser serê dinyayê. Ev îsbat dikin ku di teblîx û vexwendinê de jî mislê wî nebûye û nabe ku hebe.

Hem di îmanê de xwedî qeweteke wisa fewqelade û yeqîniyeke wilo nuwaze û înkîşafeke halo mucîzeyî ye û xwediyê îtiqadeke wisan ulwî ye, ku cîhanê ronî dike; tevî ku hemû fikr û eqîdeyên ku hukumranê wî zemanî bûn û li gel ku hîkmetên hukemayan û ilmên reîsên ruhanî li dijî wî muariz, muxalif û înkarker bûn jî, wan nekariye ti gumanek, ti tereddudek, çu qelsiyek, çu wesweseyek bidin çi yeqîniya wî, çi îtiqada wî, çi îtîmada wî û çi tetmîniya wî; û di serê pêşî de sehabî, yên ku di manewiyatê de û di mertebeyên îmanî de tereqqî dikin û hemû ehlê welayetê, her dem, ji mertebeya îmana wî feyz girtiye û wan ew di dereceya herî bilind de dîtiye; ev jî, bîlbedahe nîşan didin ku îmana wî bixwe jî, bêmanend e.

Ha, êdî wî seyyahî fêm kir ku di xwediyê şerîeteke wesa bêemsal û Îslamiyeteke wisan bêmisil û ubûdiyeteke wiha nuwaze û duayeke wilo fewqe­lade û vexwendineke halo cîhanpesendî û îmaneke welê mucîzeyî de, helbet ji tu aliyî ve nabe ku derew hebe û ew qet naxapîne… Û eqlê wî rêwiyê jî ev yek tesdîq kir.1

1 Mûcîzeyên Ehmedî, Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, wer: Ayhan Meretowar, Weşanxaneya Zehrayê 2009, r. 213-215 vejandin: Ramazan Çetin

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.