Îman hem nûr e hem qewet e

           Îman hem nûr e hem qewet e.

Erê, yê ku îmana heqîqî bi dest bixe, dikare li hember kaînatê derkeve meydanê û li gor qeweta îmanê, dikare ji pêkutiya bûyeran xelas bibe.

Dibêje: [1]  توکلت علی الله    , di keştiya jiyanê de, bi ewlehiyeke tam û temam, di nav wan pêlên çiyawarî yên bûyeran de, seyran dike. Temamê giraniyên xwe, emanetî wî destê qudreta Qedîrê Mutleq dike, bi dilekî rehet ji dunyayê derbas dibe, li berzexê îstrehet dike; peyre ji bo bikeve seadeta ebedî, dikare hilfire Cennetê.

Na, heke tewekkul neke, ew giraniyên dunyayê, ciyê ku rê bide hilfirîna wî/wê, ew wî/ê ber bi esfelê safilîn ve dikşîne.

           Nexwe îman, tewhîdê; tewhîd, teslîmê; teslîm, tewekkulê; tewekkul jî, seadeta dareyn divê.

[1]     Min tewekkuliya xwe da ser Xwedê. (Sûreyê Hûd: 56)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.