Teşkîla tiştan û çêbûna mexlûqan muhal e ku li kombûna sebebên alemê bê îsnadkirin.

Di dermanxaneyekê de bi maddeyên gelek cihêreng tije, bi sed sed şûşeyên qewanozî hene. Ji wan dermanan macûneke xwedîjîn hate xwestin. Hem –ji wan– çêkirina tîryaqeke newaze ya jîndar îcab kir. Em hatin, me di wê dermanxaneyê de gelek macûnên xwedîjîn û tîryaqên jîndar dîtin. Me, ji wan macûnan li her yekî tetqîq kir. Em dibînin ku ji her yek ji wan şûşeyên qewanozî bi pîvanên taybet, dîrhemek du dîrhem ji vê, sê-çar dîrhem ji ya din, şeş-heft dîrhem ji yeka din hwd. di mîqdarên cihê de derman hatine stendin. Heger ji yekê dîrhemek kêm an zêde bê stendin, ew macûn, xwedîjîn nabe yan nikare xasiyeta xwe nîşan bide. Hem, me ew tîryaqa jîndar jî vekola. Ji her qewa­nozekê, bi pîvaneke taybet maddeyek hatiye stendin ku heke bi qasî misqalê zerreyê kêm an zêde be ew tîryaq, taybetmendiya xwe wenda dike. Ji wan qewanozên ku ji pêncî hebî zêdetir in, ji her yekê, bi pîvaneke cihê, di mîqdara cihê cihê de derman hatine stendin. Gelo, ma ji tu hêlê îmkan û îhtimal heye ku –mîqdarên cihêreng ên ku ji wan şûşeyan hatine stendin– ji ber tesadufeke sosret an jî ji ber lêxistina hewayeke bibahoz ew şûşe biqulibin û mîqdarên ku bi pîvanên taybet hatibûn stendin bila tenê ew mîqdar biherikin, bi hev re biçin, kom bibin û wê macûnê teşkîl bikin? Gelo tiştekî ji vê xurafetir, muhaltir, batiltir heye? Ker zehf zehf têkeve kerîtiyekê, piştre heke bibe însan, dê bibêje: “Ez vê fikrê qebûl nakim” û dê bireve.

Ha, mîna vê mîsalê, her xwedîjîn (însan û heywan) helbet macûneke xwedîjîn e û her nebat (dar û ber) mîna tîryaqeke jîndar e ku ji maddeyên ku bi pîvaneke zehf taybet ji gelek dermanên cur bi cur û ji gelek maddeyên cihêreng hatine stendin, hatine terkîbkirin. Heger ji sebeb û unsûran re bê îsnadkirin û bê gotin ku “sebeban ew îcad kir” eynî mîna bi qelibîna şûşeyan çêbûna wê macûna di dermanxaneyê de, bi sed dereceyî ji aqil dûr e, muhal û batil e.

 

(Rîsaleya Sirûştê-Riya Yekê-Ya Yekê)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.