Rîsaleya Nûrê Çi Ye? Tefsîreke Çawa Ye?

RÎSALEYA NÛRÊ TEFSÎREKE ÇAWA YE?

 Rîsaleya Nûrê çi ye?

Kulliyata Rîsaleyên Nûr ku heqîqetên Quranê bi awayekî guncavî fama ilmên musbet rave û îsbat dike, bersiva pirs û meseleyên herî girîng ên ji bo her insanekî dide. Wekî nimûne “Kî me ez? Ji ku têm? Bi ku ve diçim? Ev hemû mexlûq ji ku tên û bi ku ve diçin? Mahiyet û heqîqetên wan çi ne?” Cewabên van pirsan bi awayekî zelal û qetî, bi rêbazeke balkêş û bi vegotineke delal beyan dike û ruh û aqilan tenwîr û tetmîn dike, bi nûr dike û têr dike.

Rîsaleya Nûrê tefsîreke çawa ye?

Tefsîr du cure ye. Yek jê tefsîrên malûm in ku îbareyên Quranê û wateyên kelîme û hevokên wê beyan, rave û îsbat dikin. Duyemîn cure tefsîr jî: Heqîqetên îmanî yên Quranê bi delîlên qewîn beyan, îsbat û rave dikin. Gelek girîngiya vê cureyê heye. Tefsîrên malûm ên zahir carinan vê cureyê bi awayekî kurtayî dihundirînin lê belê Rîsaleyên Nûr rasterast vê beşa duyemîn wekî esas girtiye, tefsîreke manewî ye ku bi awayekî nebînayî wan feylesofên rikdar jî disetimîne.

Rîsaleya Nûr!.. Tefsîreke binûr a ayetên Quranê… Ji serî heta dawî bi heqîqetên îman û tewhîdê burhankirî… Li gorî fama her cure û çîna gel hatiye amadekirin… Bi ilmên musbet techîzkirî… Şikbarên biweswese îqna dike… Ji kesê herî awam heta yê herî hewas xîtabî her kesî dike û feylesofên herî rikdar jî mecbûrî teslîmê dike.

Rîsaleya Nûr! Kulliyateke binûr… Sed û sih berhem… Bi awayê rîsaleyên mezin û piçûk pev re… Ji ihtiyacên sedsalê re tam bersiv dide… Aqil û qelbê mirov tam tetmîn dike… Di sedsala bîstî de tefsîreke manewî -ne lefzî ye- ya Qurana Pîroz…

Îsbat dike!.. Hemî şik û pirsên ku têne aqilê meriv… Mertebeyên îmanê ji zerreyan heta rojê… Wehdaniyeta Îlahî… Heqîqeta Nubuwwetê…

Dipeyîtîne!.. Ji tebeqeyên erd û esmanan, ji behsa melyaket û ruh, ji heqîqeta zeman, ji pêkhatina heşr û axretê, ji hebûna cennet û cehennemê, ji mahiyeta eslî ya mirinê heta kan û sedema seadet û şeqawetê… Hemî pirs û meseleyên îmanî yên ku têne bîra mirov û yên nayên eqlê mirov bi delîlên herî qetî û bi awayekî eqlî, mantiqî û ilmî îsbat dike… Handêra ilmên pozîtîf… Şahesereke ku aqil û qelb îkna dike bi delîlên qetîtir ên ji meseleyên riyazî, û meraqan tune dike.

Rîsaleya Nûrê, tilismên dînî û nihêniyên heqîqetên Quranê yên nêzîkî sed hebî hel û safî kirine û kifş kirine ku berê, gellek insan ji ber nezanîna her tilismekê diketin şik û sibheyan, nedikarîn ji erênayan xelas bibin û carinan ji îmana xwe dibûn. Niha hemî bêdîn bibin yek û bicivin jî piştî kifşa wan tilisman nikarin ser bikevin.

Berhemên Rîsaleyên Nûr li hember êrîş û vegirtina bêdîniyê keleh û bendeke muezzam û muhteşem ava kiriye, çêkiriye ku rûxîn û hilweşîna wê ne pêkan e. Rîsaleyên Nûr muhalî, batilî û nêpêkaniya felsefeyên dijberî dîn ên wekî maddeperestî, siruştperestî bi burhanên ku nayên pûçkirin û bi delîlên aqlî û mentiqî îsbat kiriye û her wiha fîlozofên herî bêdîn jî hiş kirine û setimandine. Kufra mutleq duçarî mexlûbiyetê kiriye û vegirtina bêdînitiyê rawestandiye.

Fîlozofên dalaletaloz ên ewropî û şagirdên wan ên jirêderketî, wateyên xuyuyî yên hinek ayetên pîroz û hedîsên şerîf ên muteşabih fam nekirine û ji ber vê jî bi qesd û zanebûn li ber wan rabûne û îtîraz kirine; di Rîsaleya Nûrê de li hember wan îtîrazan bersivên aqlî, mantiqî têne dayîn û her wisa tê îsbatkirin ku ew ayet û ew hedîs -yeko yeko- mucîze ne. Bi vî awayî Rîsaleya Nûrê, dalalet û şibheyên ku di vî zemanî de ji ber fen û felsefeyê dertên ji binî rakirine, qira wan aniye. Dema ku Rîsaleya Nûrê vê yekê dike li pey rêbazeke musbet e; îsbatkar e.

Çawa ku mijarên herî dijwar ên ku gellek alim daherizîne riyên xetere, bi awayekî gellek zelal û di sûretekî gellek qetî de safî kirine wisa jî ji kûrahiyên herî bixetere û girdav bi şopîna riya binûr a Ehlê Sunnet û Cemaetê derketiye qeraxa selametê û xwînerên berhemên Nûran jî bi wî awayî derxistine.

Mesela di meseleya heşra cismanî de, jîrekekî navdar ê wekî Îbnî Sîna yê ji hukemayan gotiye “Heşir neqlî ye, em bawerî pê tînin; lê aqil di vê riyê de nikare biçe.” Di Rîsaleyên Nûr de ev heqîqet bi feyza Quranê bi awayê eqlî hem jî wisa bi şêwazekê hatiye îsbatkirin ku gel bi giştî dikarin jê îstîfade bikin.

Tehsîla Rîsaleyên Nûr bi rastî jî newaze, resen û bêmanend e. Di her kîjan tehsîlê de be menfîeta maddî, û paye û mewqiyek wekî amanc tê hizirkirin û bi wê fikir û mebestê ji bo wê tehsîlê tê dewamkirin. Ders bi piranî ji bo gihîştina maddiyat û şohretê -belkî carinan bi zorê- tên xwendin. Lê ew kesên ku bi xwendina berhemên Rîsaleya Nûrê tehsîla wê dikin, ku dişibihe tehsîla zanîngeheke serbest a neorganîzekirî, ji bilî xizmeta Quran û îmanê tu armanceke dinyewî nafikirin. Tevî ku wisa [bêberjewendî] ye, Rîsaleyên Nûr ku berhemên ilmî, îmanî û ciddî ne, eşq û şewqeke ewçend mezin û kêf û heza ewqas bêhed têne xwendin ku xwînerên wan ên dilsoz û jidil dikin xwediyê dilxwaziyeke qewîn, ku bi çendîn car dide xwendin.       

Ev berhemên newaze ji ber rêbaza resen û balkêş û bi hunera xwe ya bala û edebî, bi taybetî ji ciwanên tehsîla lîse û zanîngehê re, xwe didin xwendin.

Xwendevanên di dibistanan de bi otorite û dîsîplînê têne îdarekirin û mirov bi vî awayî dikare bide xwendin. Îca Bedîuzzeman tu kesî mecbûrî Rîsaleyên Nûr nekiriye. Lê belê piraniya xwînerên bi sed hezarî bêyî ku wî bibînin bi girêdaneke nehejîner û neqetîner jê re bûne telebe û ji Rîsaleyên Nûr dersa xwe dixwînin. Ha dersdariyeke wisa nuwaze û derî edetê di tu medreseyekê de nehatiye dîtin -çi di nêzdîrokê de û çi di dûrdîrokê de- em li tu zanîngehekê û li tu dibistanekê lê rast nehatine.

Ayetên di Rîsaleyên Nûr de mucîzeya herî mezin a Qurana Hekîm bêyî ku taybetmendiya wê wenda bike bi huner û mehareteke mezin têne tefsîrkirin. Ji ber vê, her cure çîna gel, wekî jin, mêr, karmend û esnaf, alim û feylesof dixwînin û jê fam dikin. Li gorî behreyên xwe sûdê jê werdigrin û xwe bêtir pê ve girê didin.

Xwendevanên lîseyan, zanîngehan; profesor, doçent û feylesof Rîsaleyên Nûr dixwînin. Ev çînên rewşenbîr bi awayekî raserî adetê îstîfade dikin û her wiha derasayiya Rîsaleya Nûrê û raseriya wê ya di hunera nivîsê de tesdîq dikin û bi wan re dilxwaziyek çêdibe ku di nav heyretan de dixwazin temamê kulliyatê bixwînin.

Her kesên serwext û teqdîrkar ên ku hê nuh Bedîuzzeman û Rîsaleyên Nûr dinasin gellek heyfa xwe li xwe tînin ku rojek berî rojan nenasîne lewma ji bo telafiya wan zemanên wenda kirine weqtên xwe yên musaid vala derbas nakin qîmeta weqtekî wek pênc deqîqeyan jî dizanin û dest pê dikin ku bi şev û roj li ser Rîsaleyên Nûr bixebitin. Ev rexbet û elaqeya tund di berhemên tu derûnînas, civaknas û feylesofî de nehatiye dîtin. Ji berheman wan kesan, ancax wan kesên xwende û bitehsîl karîne îstîfade bikin. Zarokekî dibistana navîn yan jî jinikeke xwende dema ku berhema fîlozofekî mezin xwendiye nekariye îstîfade bike. Lê belê her kes li gorî asta xwe ji Rîsaleyên Nûr îstîfade dike.

 

 

Ji Tarîxçeya Jiyana Bedîuzzeman, Envar Neşriyat, wer. Remezan Çetin, r.681-682

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.