Pirseke Balkêş derheqê Îbadetê de

GOTINA DAWÎ1

Ew kesê ku fikra kufrê ya siruştê terikand û hat îmanê dibêje ku: “Elhemdulîllah, gumanên min neman; lê tenê çend pirs hene ku ez cewaba wan mereq dikim.”

Pirsa Yekê: Em ji gelek kesên tiral û terkîselatan dibihîsin, ku ew dibêjin: “Çi îhtiyacê Cenabê Heq bi îbadeta me heye ku di Qur’anê de, bi israr û gelekî bi şîddet, zecr û men’a wan kesan jê dike, ku îbadet terikandine û wan bi cezayekî erjeng -mîna Cehennemê/Dojexê- tehdît dike. Çawa li îfadeya Qur’anê tê, ku bi îtîdal û bi îstîqamet û bi edalet e, li hemberî xetayekî cuz’î ya negirîng, şîddeteke bêdawî nîşan dide.

Bersiv: Belê Cenabê Heq, ne muhtacî îbadeta te ye, bi rastî ne muhtacî tu tiştî ye. Lê belê, tu muhtacê îbadetê yî, ji hêla manewî ve nexweş î. Îca îbadet, çawa ku me di gelek rîsaleyan de îsbat kiriye ku ji birînên te yên manewî re di hukmê tîryaqan de ye. Gelo nexweşek -derbarê wê nexweşiyê de- li gel hekîmekî bişefqet ku ji bo vexwarina wan dermanên ku jê re sûdewer in israr dike, ji hekîm re bibêje: Çi pêdiviya te heye ku wiha ber min digerî? Tu dê fêm bikî ku gotineke çi qas bêwate ye.

Lê pirsa tehdîdên bişîddet û cezayên bidehşet ên Qur’anê ku derheqê terka îbadetê de ne: Çawa ku padîşahek, ji bo parastina hiqûqa gelê xwe, cezayên bişîddet lê dibire li gorî xetayeke mirovekî jirêzê yê ku zerar dide hiqûqa rayeta xwe. Wisa jî, mirovê ku îbadetê û nimejê terk dike, li mafên mewcûdên ku wekî rayeta Sultanê Ezel û Ebedê ne, binpêkirineke giran û zulmeke manewî dike. Lewra kemilînên çêkiriyan, di wechê wan ên ku ber bi Sani’ê de ne, bi tesbîh û bi îbadetê xuya dibin. Yê ku îbadetê terk dike, îbadeta çêkiriyan nabîne û nikare bibîne, belkî jî înkar dike. Wê wextê [ew kes], mewcûdên ku di aliyê îbadet û tesbîhê de, di meqamê bilind de ne û her yek jê, yekoyek nameya Samedanî û yekoyek eyneya Esmayê/Navên Rabbanî ne, ji ber ku ji meqamên bilind dadixîne û wan di awayekî perîşan, bêcan, bêwezîfe û bêqîmet de difikire, wan tehqîr dike, kemilînên wan înkar dike û êrîşî wan dike.

Belê, her kes, kaînatê bi eyneya xwe, dibîne. Cenabê Heq, însan ji bo kaînatê di awayekî mêzîn û mîqyas(bûn)ê de xuliqandiye. Ji vê alemê alemeke xusûsî daye ji bo her însên. Rengê wê alemê, li gorî eqîdeya qelbê wî însanî nîşan dide. Mesela, mirovekî ku gelek bê hêvî ye û bi matemî digrî, çêkiriyan di awayê girî û bêhêviyê de dibîne. Digel vê, mirovekî bi kêf e, dilşa ye, bi mizgîn e, ji dilşahiya kemilî dikene; kaînatê dilşa û rûbiken dibîne. Mîna van mînakan, mirovê ku bi zanebûn û bi ciddiyetî û ji dil îbadet û tesbîh dike; îbadet û tesbîhên ku heqîqeten hene û muheqeq in, hinekî kifş dike û dibîne. Mirovê ku ji xefletê yan ji înkarê, îbadetê terk dike; mewcûdatê di awayekî ku ji heqîqeta kamilbûna wan re bi tevahiyê zid û muxalif û xetayê de ye wehm dike û ji hêla manevî ve destdirêjî hiqûqa wan dike.

Hem ew terkîselat, ji ber ku ne xwediyê xwe bi xwe ye, li nefsa xwe ya ku ebdekî Xwediyê xwe ye zulum dike. Xwediyê wî ji bo ku heqqê wê evdê xwe ji nefsa wî ya emmare bistînê, bi awayekî bidehşet tehdît dike.

Hem , ji ber ku îbadeta ku amanca fitret û encama xulqiyeta xwe ye terikandiye, wekî ku tecawizî hîkmeta Îlahî û meşîeta Rabbanî dike. Loma ceza lê tê birîn.

Welhasil: Yê ku îbadetê terk dike, hem zulmê li nefsa xwe dike -ku nefs (ew bi xwe), ebd û bendeyê Cenabê Heq e- hem ev terk, li dijî hiqûqa kemilînên kaînatê, tecawiz û zulmek e. Erê, çawa ku kufur, ji mewcûdan re tehqîr e; terka îbadetê jî, înkarkirina kemilînên kaînatê ye. Hem ji ber ku li dijî Hîkmeta Îlahî binpêkirinek e, dibe musteheqê gefa bidehşet û cezaya giran.

Ha, Qur’ana Mu’cizul Beyan, ji bo îfadekirina vê musteheqiyê û vê heqîqeta navborî, bi awayekî mu’cîzeyî, ew şêwaza bişîddet bijartiye û bi vê yekê mutabiqiyê dike, ji muqtezaya halê re, ku bi temamî heqîqeta belaxatê ye.

1 Bediüzzaman Said Nursi, Rîsaleya Siruştê, Hizmet Vakfi Yayinlari, Stenbol 2012, rû: 37-40, wer: Ramazan Çetin

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.