Mukafat û mucazata mu’eccel di nav xer û xerabiyan de

EV PARÇE GELEK HÊJA YE

Nukteya Pêşî: Cenabê Heq, ji ber kemala kerem, merhemet û edaleta xwe, di nav qenciyê de, muka­fateke mu’eccel bi cî kiriye û di nav xerabiyan de jî, mucazateke mu’eccel derc kiriye. Wî, lezzetên manewî ku dê xêra axretê bîne bîra mirov, di nav heseneyan de bi cî kiriye û Wî, cezayên manewî ku dê ezabê axretê bi mirovan bide hisandin, di nav gunehan de bi cî kiriye.

Mesela: Muhebbeta di navbera mumînan de, ji bo ehlê îmanê, heseneyeke xweşik e. Lezzeteke ma­newî, zewqek û dilrehetiyeke ku xêr û sewaba maddî ya axretê bîne bîra mirovan, di nav wê hese­neyê de hatiye bicîkirin. Her kes, gava serî li dilê xwe bide, bi vê zewqê dihese.

Mesela: Xusûmet û edawet, di navbera mumînan de gunehek e. Di nav wî gunehî de, ezabekî wicdanî ku dil û ruhan, bi acizbûnan difetisîne, bi ruhên alîcenab dide hisandin. Min bi xwe, belkî sed carî tecrube kiriye ku: Gava min bi birayekî mumîn re neyartî dikir, min ji ber wê neyartiyê ezabekî wisan dikşand ku… Vê ti şik û guman nedihişt ku ev, ji vî gunehê min re cezayekî mu’eccel e, bi min tê kişandin.

Mesela: Hurmeta ji wan zatên ku layiqê hurmetê ne re tê kirin û ew merhemet û xîzmeta ku ji wan ên ku layiqê merhemetê ne re tê kirin, heseneyek e, qenciyek e. Di nav vê qenciyê de, zewqa lezzeteke wisan heye ku xêra uxrewî dide îhsaskirin û mirov, wê hurmet û merhemetê wisa bi pêş dixe ku heta jiyana xwe jî feda dike. Dayik, bi wesîteya wê şefqet û mukafata ku di merhemeta wê ya li zarokên wê de heye, diçe digihîje wê dereceyê ku jiyana xwe di rêya merhemetê de feda dike. Mirîşka ku ji bo xelaskirina têjika xwe êrîşî şêran dike, di nav miletê heywanan de, ji bo vê heqîqetê mînakek e. Nexwe di merhemet û hurmetê de mukafateke mu’eccel heye. Mirovên alîhîmmet û alîcenab, pêjna van dikin ku dikevin rewşeke qehremanî.

Hem mesela: Di hirs û îsrafê de cezayekî wisan heye ku ew cezayê bigilî û gazin, mereqawer, manewî û dilî, mirovan keregêj dike. Îca di hesed û dexesiyê de cezayekî mu’eccel ê wisan heye ku ew hesed, xwediyê xwe yê ku hesedê dike, dişewitîne.

Hem di tewekkul û qenaetê de mukafeteke wisan heye ku ew xêra bilezzet û mu’eccel, wê belaya feqr û hacetan û elema wan, îzale dike û ji holê radike.

Hem mesela: di xurûr û kibrê de barekî wisan giran heye ku: Mirovê mexrûr û qure, ji her kesî dixwaze ku jê re hurmetê bikin; îca ji ber sedemê vê xwestinê jî, dilgiranî û cangiraniyê dibîne; lewre dikeve nav ezabekî daîmî. Erê, hurmet tê kirin; bes nayête xwestin.

Hem mesela: Di nefspiçûkî û terka enaniyetê de mukafeteke wisan bilezzet heye ku xwe, ji barekî giran û ji xweecibandina sar xelas dike.

Hem mesela: Di sûî-zan û sûî tewîlê de, li vê dunyayê, cezayekî mu’eccel heye. Bi qaydeyê “Men deqqe, duqqe” yê ku sûîzen dike, rastî sûîzennê tê. Liv û tevgerên kesên ku liv û tevgerên birayê xwe yê mumîn sûî tewîl dike, di demeke kurt de, rastî sûî tewîlê tê; cezayê xwe dikşîne. Û mîna van… Temamê exlaqê hesene û seyyîe, divê ku li gor vê muqayeseyê bête pîvandin.

Ez ji rehmeta Îlahî hêvîdar im, ew zatên ku wê î’caza Quranî ya manewî ku vî zemanî, ji Rîsaleyên Nûr derdikeve tehm dikin, pêjna van zewqên manewî dikin, înşellah dê nebin mubtelayê exlaqê nebaş…

 

***

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.