Kurtenasandina Seydayê Mela Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî

Welidîn û Tehsîla Seîdê Nûrsî

Seîdê Nûrsî, di nav mutefekkîrên alema Îslamê de, yekî xuyanî yê sedsala me ye. Sala 1878an, li gundê Nûrsa/Norsa nehiyeya Îsparît a qezaya Hîzan ku li ser bajarê Bedlîsê ye, hatiye dunyayê. Hîna di dema zarokatiyê de, alimên wê dewrê, pê dihesin ku Xwedê Teala, qabiliyeteke nedîtî/nebînayî daye wî. Di wan medreseyên qedîm ên Kurdistanê de, wî dest bi tehsîlê kiriye. Ciyê ku mîna feqiyên dî bi deh salan bixwîne û bibe mela, tenê di nav zerfê sê mehan de, temamê wan kitêbên rêzê, bi dorê xwendine, qedandine û hîna di zarokatiya wî de -14 salî ye- nav û dengê wî, di demeke kurt de, li her aliyê welêt belav bûye. Wî ev zîrekiya xwe jî, li çend ciyên ku alimên navdar hebûne, bi awayekî eyan beyan, îsbat kiriye û wê hingê, alimên wê dewrê, vî navê ha lê daniye: “Bedîuzzeman!” Ango spehiya bêmînak a demê. Êdî ev sifet, jê re bûye leqeb û maye.

Zanîngeh Ji Bo Kurdistanê

Seîdê Kurdî, di pey tehsîla xwe ya wan medreseyên dînî de, îca bal û dêhna xwe daye ser wan ilmên fennî yên modern. Ji wan jî, baş fehm kiriye. Piştî vî awayî, îca bala wî çûye ser wan geşedanên cîhanê û dest pê kiriye, rojnameyên serdema xwe jî, şopandine.

Li nav gelê xwe geriyaye, tehlîla pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî yên civakê, ji nêz ve taqîb kiriye. Piştî lêkolîn û lêgerînên dûredirêj, pê derxistiye ku pêdiviya gel, berî her tiştî, bi hîndekarî û perwerdehiyê heye. Ji bo vî awayî jî, zêde xwestiye ku digel ilmên dînî, ew ilmên hemdem ên fennê jî, werin dayîn. Bi vê mebestê, berê xwe daye payitexta dewleta Osmanî Stenbolê. Sal 1907 e. Li Stenbolê jî, wê hingê alimên navdar, yek bi yek hatine ziyareta wî û li ber zîrekiya û ilmê wî, hejmetkar mane.

Nivîsên di Rojnameyan de

Dema ku Seîdê Nûrsî, diçe bajarê Stenbolê, li wê derê, di nav zana û edîbên Stenbolê û erkanên dewletê de, munaqeşeyên gur û germ ên li ser hurriyet û meşrûtiyetê hebûye. Ew jî, bi meqale û gotarên xwe, ketiye nava van dîtin û nêrînan. Ji rojnameyên wê dewrê re, nivîsên xwe şandiye û ev nivîsên wî, di çend rojnemayên navdar de hatine weşandin. Ji van rojnameyan çend heb ev in: Şerq û Kurdistan, Kurd Teawun we Tereqqî Gazetesî, Şûrayê Ummet, Wolkan, Serbestî û Kovara Sebîlurreşad. 

Bûyera 31 ê Adarê

Sala 1909an, ew Bûyera 31 ê Adarê, diqewime. Bi awayekî neheqî, dewlet wî jî digre û dişîne Dîwana Herbê. Di mehkemeyê de, bi îdamê tê darizandin. Peyre bi îfadedayînên xwe tê beraetkirin. Tevî ku li benda îdamê bû lê ji ber îfadeyên xwe yên agirîn û dengkuj beraetê distîne. Ji bo beraetdayîna dadgehê spas nekiriye bi ser de jî wê gotina xwe ya navdar a hejîner “Ji bo zaliman her bijî Dojex! Ji bo zaliman her bijî Dojex!” li rûyê dozgeran xistiye. Ji Bayezîdê heta Sultanahmed li pey wî girseyek mezin meşiyane wek dirûşmê ev gotin qîriyaye.  Piştî vê rûdanê, terka Stenbolê kiriye û vegeriyaye welatê xwe. Vegera wî ya welêt Kurdîzade Ehmed Ramîz wisa dişayesand: Îroj, Seîdê Kurdî vegeriya Kurdistanê. Piştî dît, hin rojnamevan ên ku diviyabû li hember fitne, fesadî û hîlekariya Stenbolê, ji fikran re bibûna murşîd û rêber, bûbûn sedema tevekê xerabî û cihderka felaketan. Tehemmula ew çend cînayetên aşkere yên li ber çavan nekir; bêhêvî û dilşikestî vegeriya çiyayên xwe yên wehşetzar lê belê henûn û fedakar û namûsperwer. Wî, ya rast kir. Kî dizane, belkî xebateke wî ya herî hêja ev be.

Xutbeya Li Şamê

Seîdê Kurdî, alimekî mezin ê Kurdistanê ye ku di serdema xwe de, di nav alema Îslamê de gelek zêde nav û deng daye. Piştî ku sala 1910an, di nav êl û eşîrên Kurdan de geryaneke girîng dike û li ser vê gera xwe jî, berhemeke bi navê “Munazerat/Reçetaya Kurdan” nivîsandiye û ji wan nexweşîn û birînên xedar ên gelê Kurd re çend reçete diyar kiriye. Îca di dawiya sala 1910an de, berê xwe daye aliyê Şamê. Li wê derê, li medreseyeke navdar a aliman bi cî bûye û kom bi kom, alimên mezin ên wê hingê, qebûl kiriye û bi wan re ketiye muzakereyan. Çend mehakî li bajarê Şamê ku wê hingê ev bajar, navendeke girîng a çand û ilmê bûye, maye. Di Adara 1911an de, li ser israr û daxwazên gelek zêde ên wan alimên wê derê, li Mizgefta Emewî ya ku zêdetirî sed alimên navdar û serdestî deh hezar kesî tê de amade bûne, xutbeyeke balkêş daye. Ev xutbe, ji ber girîngiya wê di heftiyekê de du caran weke pirtûk hatiye çapkirin.

Herba Pêşî ya Cîhanê

Dema ku Herba Mezin a Pêşî ya Cîhanê dest pê dike, Seîdê Kurdî, li bajarê Wanê bûye. Wî jî, tevî telebeyên xwe, alahiyên dildar ên bi dilê xwe, teşkîl kiriye ketiye cebhe û beşdarî şer bûye. Hema hema temamiya telebeyên wî şehîd ketine û ew bi xwe jî, di berevaniya bajarê Bedlîsê de, birîndar bûye û ketiye destê Ûrisan.

Seîdê Kurdî, Li Rûsyayê

Ku bi birîndarî ketiye destê eskerên Ûris, wan ew, tevî çend hevalên wî, biriye Rûsyayê. Bi qasî sê mehan li wê derê dîl maye. Li wê derê jî, li hember Nîkolawîçê Ûris, ranebûye ser lingan û bi biryara dadgeheke wan, mehkûmî dardakirinê dikin. Digel vê biryarê jî, wî serî ji Nîkolawîç re netewandiye. Tevî ku temamê hevalên wî, xwe davêjin wî ji bo lêborînxwestinê lê ew bi dilekî tetmînbûyî wisa dibêje: “Min divê ez koçî dara axîretê bikim û bigihîjim hafa Resûlellah. Ji min re//Ji bo min pasaportek divê. Ez nikarim li dijberî baweriya xwe tevbigerim.” Dadgeh biryara îdamê dide, piştî darizandinê esker tên ji bo înfazkirinê. Ji wan bi rûkenî dixwaze ku du rekaet nimêj bike. Hema piştî nimêjê ber bi sêdarê re dimeşe. Tam wê hingê, Nîkolawîç, bi baweriya wî dihese û biryarê dide betalkirin. Peyre Seyda, bi ser rêya Warşowa, Viyana û Sofyayê, gihîştiye Stenbolê.

Seîdê Kurdî, Li Stenbolê

Seydayê Mela Seîd, gava hatiye gihîştiye Stenbolê, ji aliyê erkanê dewletê û derdorên aliman ve, bi teweccuheke gelek mezin hatiye pêşwazîkirin. Peyre, dewletê, ew kiriye azayê Darul Hîkmetul Îslamiyye. Gava vê wezîfeyê kiriye, meaşê ku ketiye destan, bi wî pereyî jî, wî kitêb dane çapkirin û bi awayekî bêpere, li gel belav kirine.

Dema Ingilîzan bajarê Stenbolê dagir kiriye, Seydayê Beîuzzeman ku êdî ew jî “gazî”yek bûye, dîsa jî, bi broşura bi navê “Xutuwatê Sîtte”yê li hember dagirkeriya wan, bersiveke gelek tund daye û wî ew planên wan ên kirêt, ji binî xera kiriye.

Seîdê Kurdî û Quwayê Millî

Wê hingê, dema ku Ingîlîz, dewleta Osmanî dixin bi hukmê xwe, bi darê zorê, Şeyxul Îslamê Osmanî, fitwa derdixe ku ew tevgera Quwayê Millî ya Enedolê, “serhildan” e. Di nav temamê alimên wê hingê de, Seydayê Bedîuzzemanê Gazî, li hember wê fitwaya Şeyxul Îslamê dewleta Osmanî, fitwayeke dî deraniye û îlan kiriye ku ew tevgera Quwayê Millî, tevgereke meşrû/rewa ye.

 

Seîdê Kurdî û Mustefa Kemal

Gava Hukûmeta Enedolê, bi van egîtî û qehremaniyên Seyda dihese, M. Kemal bi şexsê xwe, çend caran li ser hev, wî vedîxwîne Enqereyê. Wî her carê, van dawetên M. Kemal redd kirine. Dawiyê, dostekî wî, ji ber ku bi awayekî rikoyî jê tika dike ku were, ew jî wî naşkêne û dihere Enqereyê. Meclîsa wê hingê, bi awayekî fermî, bi merasîma “Xoşamedî” wî pêşwaz dikin. Gava Seyda bala xwe dide qadroyên vê dewleta nû, di nav çend rojan de dibîne ku fikra zindiqî ya kufrî ketiye nav wan giregirên welêt û hin ji wan ji ber kêfxweşî û serxweşiya serkeftinê û damezrandina hukûmetê pê nahesin hetta hêdî hêdî terka nimêjê dikin û li hember dîn; gelek zêde menfi ne, dilsar in, lewma ew jî radibe, beyannameyekê dinivisîne û li azayên meclîsê belav dike. M. Kemal, li hember vê helwest û kirina wî derdikeve. Di nav koma azayan de, bi hev re dikevin munaqeşeyê. Şêreseyda jê re bê tirs û xof dibêje: “Kemal Kemal li kaînatê heqîqeta herî mezin îman e, piştî îmanê nimêj e. Yê nimêj nake xayîn e, xayîn merdûd in.” Dawiyê, M. Kemal ji Seydayê wêrek lêborînê dixwaze bi ser de jî van teklîfên ha lê dike:

  1. Waîztiya Giştî ya Kurdistanê
  2. Meb’ûstî
  3. Azatiya Diyanetê
  4. Sê sed lîra meaş

 

Çi heye ku Seyda, yekê jî ji van qebûl nake û ji ba wan derdikeve; vedigere tê bajarê Wanê.

 

Bûyera Şêx Seîd û Surguna Seîdê Kurdî 

Sal, 1925 e û Serhildana Cemiyeta Azadî ku bi teşebbusa Xalid Begê Cibrî hatibû niyetkirin, bi destê Şêx Seîd dest pê kiribû. Di pey kuştina bi deh hezaran xelkê sivîl û girtina bi hezaran giregir û xuyaniyên milet û surgunkirina bi deh hezaran a xelkê bêguneh û xeniqandina Şêx Seîd û hevalên wî, îca dor hatibû ser wendakirin, ajotin û tunekirina mela û aliman welêt. Di vê navberê de Seîdê Kurdî jî, li bajarê Wanê ye. Rayedarên dewletê yên wê hingê, Seîdê Kurdî jî, ji ûzletxaneya wî digrin û dişînin bajarê Burdurê. Ji Burdurê, tînin nehiya Barla ku li ser Îspartayê ye ya çivîk lê nabêjin wiq, da ku agirê hemiyet û xîreta xizmeta dînî yê di dilê Seyda de ye bitefe, li wê çol û çiyayên Xwedê birize biçe. Lê belê mişextin, zindan, tecrîd, tenêhiştin, propagandayên derew û hwd hemû êş, azar û êşkenceyên ku zalimên destşikestî û xêrnediyo yên wê serdemê dabûn Seyda, wekî ku ji bo wî agirê xîret û hemiyetê bûn ezing û sotemenî her ku diçû ew agir geş dibû, tîn û roniya xwe dida dil û canên Musulmanên di reşetariya zivistana manewî de bûn.

Encama Çilê Zivistanê: Rîsaleyên Nûr 

Piştî ku Seyda li nehiya Barlayê bi cî dikin, êdî ew jî li vê derê, dest bi cîhada xwe ya manewî dike. Bê west û rawest dixebite û mîna mêşhungivekî ku vegeriyaye kewara xwe her û her şehda şehadetê (hungivê eqîdeyê, şehdeyê) çêdike. Sîstema rayedarên dewrê, bi temamê qeweta xwe, zorê didin her muqeddesên dînî. Ha vê demê, karê nivîsandina berheman dike. Ev berhemên wî, weke kitêb, li nav gel belav dibin û eleqeyeke gelek mezin dibînin. Ji van berhemên wî re, Rîsaleyên Nûr hatiye gotin. Êdî xizmeta Quran û îmanê dest pê dike. Berhemên Rîsaleyê Nûr, ji aliyê gel ve, bi destan, bi tîpên Erebî tên nivîsandin. Digel ku qedexe ne jî, hejmara tîraja wan, digihîje 600 000’î.

Girtin, Dadgehkirin  

Seyda, li ser van berhemên xwe, gelek caran hatiye girtin û di girtîxaneyên komara Turkiyeyê de, gelek maye.

Ku ev berhemên ha yên tefsîra Quranê, di nav girseyên gel de, eleqedariyeke mezin dibînin, rayedar jê dikevin fikaran û bi dorê, Seydayê Bedîuzzeman dikşînin ber van mehkemeyan:

I.    Sala 1935, li bajarê Eskîşehirê

II.  Sala 1943, li bajarê Denizliyê

III. Sala 1947, li bajarê Afyonê

IV. Sala 1952, li bajarê Stenbolê

 

Seîdê Kurdî û Bijehrkirin

Ustad, gelek caran, di wan girtîxaneyên erjeng ên dewletê de, rastî tecrîd, bijehrxistinan hatiye. Li gor ku çavkanî diyar dikin, nêzî 19 caran jehr dane wî.

Pêla Surguna Duduyan

Piştî van dadgehan, îca dîsa jî dilê wan rehet nabe, berê wî didin bajarê Kastamonu, Emirdağ û Ispartayê. Heta dawiya imrê wî jî, her cûre zilm û pêkutî lê dikin. Seyda, ji bajarê Ispartayê, bi awayekî nepenî, ji mala ku tê de, di bin çavdêrî û tecrîda polîsan de ye, berê xwe dide welatê xwe.

Bajarê Ruhayê û Koça Dawî   

Ustad, ji sala serhildana Şêx Seîd pê ve li sirgûnê ye, imrê wî di hebs û zindanan de, tevî telebeyên wî derbas bûye. Hatiye jehrkirin, hatiye şopandin û di bin çavdêriya peywirdarên ewlehiyê de hatiye dorpêçkirin. Sal hatiye gihîştiye hezar û neh sed şêstan. Nehê meha Adarê ye. Li gor salnameya hicrî, meha Remezanê ye û nêzî şeva Qedrê ye. Ewlehîparêzên dewletê jî, li ber derî di nobetê de ne. Seyda pîr û pir nexweş e. Ji telebeyên xwe re dibêje ha ha nuka em diçin Urfayê. Zubeyir Gunduzalpê ku li ber dilê Seyda pir ezîz e, careke din jê dipirse: “Ustadê min, gelo em diçin Urfayê?”

Bersiva Seyda “Erê” ye. “Min îşev Îbrahîm Eleyhisselam di xewna xwe de dît. Gazî min kir ku ez herim Urfayê.” dibêje. Seyda zaf nexweş e. Baran zaf dibare. Baraneke dijwar dibare. Bi wî halê wî yê perîşan,  li texsiyê siwar dibin û Husnu Bayram dajo û dajo û dajo. Barîna hêsrên çavan û xuşîna peşkên baranê tevli hev dibin. Seyda digel telebeyên xwe yên wefakar, tevî seher û fitaran, bi tirs û fikaran, berê wan li ser rêya meqamê Îbrahîm Pêxember e, di rê de ne, mîna sitêrka ku şev nîvê şevê ji esmanan dixurice, ber bi meqamê Xelîl Îbrahîm ve dişemitin. Peywirdarên ku dixwazin hemû rê û dirban li wan bigrin, sewsî bûne. Li kîjan aliyî dinihêrin, li kê derê digerin, ji kê dipirsin, dikin û nakin tu îmkana ku bi ser rêça “Fedaiyên muhebbetê” bikevin nabînin. Ew êdî hatine, bi ser Konyayê de derbas dibin û lez dikin dilezînin, qesda îcabeta daweta Îbrahîm Xelîl Pêxember dikin. Bi nimêja sibehê re digihîjin ser Kaniya Elmanan ku li Çiyayê Nûrê ye. Bi yazdehê nîvrokî re tên Urfayê. Kekê Nûrî, Ebdullah Yeğinê ku serê deh salan e li Urfayê, li benda Seyda ye û çavê wî melûl, li rêka Ustadê wî qerimiye, li ser destnimêjê bi hatina wî dihese. Gava çav bi Seydayê xwe yê pîr û perîşan ê nexweş dikeve, gurika agirê misêwa tê dibêje gulp û bi yek carekê bi dil û gurçikan dikeve. Bi kezebeke peritî, tavilê Seydayê “mêvan” radikin Otêla Palasê.

Urfayiyên mêvanperwer, radiweşin. Bi refan qesda ziyareta Seyda dikin. Seyda digel wê nexweşîna xwe ya giran, digel westiyayîbûna xwe, çi urfayiyê ku tê ziyaretê, qebûl dike, gava ew diçin destê Seyda, Seyda jî serê wan radimûse. Di rojek û nîva ku kelmekelma ewlehîparêzan ji hev naqete de, Seyda bi sedan urfayiyên ku tên ziyareta wî, qebûl dike. Seyda hem bi kêfxweşî urfayiyan hemêz dike hem jî bi dilovanî xatir ji wan dixwaze. Heke xelkê pê bizaniya, bêguman dê bidîtina ku çawan kevir û kuçikên zinarên keleha Urfayê jê re têne xwarê. Qirik û gewrî li esmanan tije bûne, hema ew maye ku bibêje gujjjj û sitêrkan bibarîne bi ser deşta dûr û dirêj a Herranê ve û çiya û baniyan di bin rondîkên xwe de şil û pil bike.

Urfa û urfayiyan tevî dil û hinavên xwe, hemêza xwe vekiriye ji Seyda re; lê belê xuşîna bêtêl û tutetuta telefonan e, rayedarên dewletê xwe li rika qero danîne, çavê wan lê ye vî pîrê pîran, vî dostê mêvan, vî nexweşê perîşan, ji vî bajarê wêran derînin. Birrebira Wezîrê Karê Hundir e, dibêje ha ha wî vegerînin. Midûrê Emniyetê û fermandarên eskerî, li ser hev tên odeya Seyda. Emr û fermanên amirên xwe jê re dibêjin. Seyda gotinên xwe yên dawî, şîretên xwe yên misawî dibêje:

“Hûn halê min dibînin. Agirê min zaf zêde ye. Zaf nexweş im. Em li her derî bi zabitan re bira ne. Me ji wan re qet muşkîle dernexist. Ka bila ez ji nexweşînê baş bibim, hûn kê derê bixwazin ez diçim. Lê belê tevî vî awayî jî, dibe ku axa vê derê em ber bi xwe ve kişandibin.”

Çiraya nûrê ku di dilê Komîser Ebdulhemîd de diçirise, hema bi van gotinên dilşewat, dibêje gulp û pê dikeve. Xîreta îmanê têyê, demarê xweşmêriyê lê dikeve. Xwîna şêran lê dikele û bi Serkomiserê xwe re diberize: “Haydê em derkevin. Êdî tu kes nikare vî zatî ji vê derê bişîne. Qet hewce nake ku em xwe biwestînin… ka qey we sah nekir? Wî îşaretek da. Got dibe ku axa vê derê em celb kiribin.

Gelê Ruhayê bi qifleyan tên ziyareta Seyda. Çavê wan bi ewrê meha adar û nîsanê giran e. Reqereqa birûskên biharkî ye di dil û hinavên wan de. Wey Seydawo, mêvano… Tu bi ser ser û çavê me û bavê me de hatiyî… Destê wî yê nûranî radimûsin; ew jî bi her du destan, bi serê wan ê ku ji ber tifaq û teşqeleyan ji êşan xelas nabe, digre maçî dike. Ew bi hemû evîna dilê xwe li Seyda didelin; Seyda jî bi wî dilê xwe yê ku dewrekê-wextakî pê li hember artêşa Ûrûs, bûbû Fermandarê Alahiya Milîsên Dildar û mîna şêrê dugulî derketibû meydana herb û cengê; lê belê îro, ji ber zilm û zordariya Sufyan û hevalên Sufyan êdî li ber seknê ye, naxwaze destê xwe ji destê Urfayiyan berde. Çavên wî yên mişt bi hesretê tije, ji çavên wan naqete…

Dem dema xatirxwestinê ye.. Seyda nehatiye ku li ba wan bimîne û ew wan, dawî li hesreta bi deh salan bînin; hatibû ku êdî hesret li hesretê bar bike.

Lê ka dihêlin? Vê carê jî, îro jî, vê meha Remezanê jî, vê şeva Qedrê jî, vê Newrozê jî, dor li Seyda girtine. Ferman li ser fermanan lê dikin.

“Rabe here ji vî welatî.” dibêjin.

Dixwazî bila nexweş be, dixwazî bila çi dibe, îmkan tune, emir ji Enqereya şewitî tê, îlhez divê rabe siwar be, bikeve rê, berê xwe bide ciyê berê.

Urfayî hêrs dibin. Ruhayî dîn dibin. Mehmet Hatiboğlu heye. Radibe ser lingan, çav lê sor bûne. Hiyama xîretê ye. “Em dê Seydayê xwe nedin..” dibêje.

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Namik Gedik e. Ji midûrên ewlehiyê pir hêrs dibe. Gotina xwe ya ku erd û esman pê dilerize dibêje: “Esseh ecele Seîdê Nûrsî bi paş ve bişînin. Heke erebe bi destê we neket, bi erebeya çopê bişînin.”

Kaînat tê lerzê. Hew maye ku erd û esman biqelişe…

Nemrûdekî nû rabûye, çavê wan lê ye ku tevî Seyda, hemû bawermedên nûrperwer bavêjin êr li bajarê Urfayê.

Kêr gihîştiye hestî. Komiser Mehmet Hatipoğlu derdikeve hember fermanên celladan:

“Heta ku hûn min nekujin, hûn nikarin vî extiyarî ji vê derê bişînin..”

Dunya li ber çavê vî komiserê xwedî îman tarî dibe:

“Qey ev der gawiristan e ku dixwazin vî mêvanê me yê Xwedê, bi darê zorê ji vê derê derxin?”

Milletê bajarê pêxemberan, ji kerban, ji wacan û ji hêrsan, li ber teqandinê ye. Hema çîkek tenê dikare bibe sedem ku nemrûdiyan di hêtûna agirê kulê de bişewtînin.

Axirkî roja sêşemê wisan dibe êvar.

23yê Adarê ye. Newroz e. Mîna ye Şeva Arûsê.

25ê Remezanê ye. Leyle-tul Qedr e.

Telebe, li ber derî ketine nobetê. Pêtiyên agirê dilan hêdî dibin; lê belê her ku şev kerr dibe; agirê Seyda zêde dibe.

Bayram Yuksel, ji xewan xwe nagre. Ji Zubeyir Gunduzalp tewqe dike ku ew bikeve dora nobetê. Zubeyir Gunduzalp tê. Çavên wî ji seydayê wî naqetin. Hayata Ustadê wî tê bîra wî: Çi jiyaneke birûmet bû gelo ya Rebbî…

Kaînat bi cara Xwedê ketiye bêdengiyê. Zubeyir Gunduzalp jî, hew li ber giraniya xewê digre. Bayram Yuksel dikeve nobetê.

Ji xeynî Bayram Yukselê ku telebeyê Seyda ye, her kes ketiye xewê. Bayram Yuksel li ber Seyda ye. Dudo û nîvê şeva Qedrê ye. Ew şev e ku ji 83 salan bi xêrtir e. Melek û Rûh, ji bo her cure daxwaziyî, bi îzna Rebbê xwe nazil bûne. Selam e. Berdestê fecrê ye..

Lêvên Seyda ziwa dibin. Herareteke nedîtî nebînayî bi serê Seyda ve tê. Bayram Yuksel, bi destmaleke şil, lêvên Ustadê xwe ku ji ber waca hesretê zipîziwa bûne, pak dike. Bayram Abê dibêje:

Ji nişkan ve Seyda bi girmilkên min girt. Min jî milên Seyda mist da. Seyda, her du destên xwe danî ser singê xwe û raket…

Piştî zêdetirî 83 saliyê, Seyda di wextê fecra şeva ku ji 83 salan bi xêrtir e  de, digihîje Mîhmandarê xwe yê Kerîm.. Xwedê bi rehma xwe şa bike.

 

Berhemên Wî:

Bi qasî 130 berhemên wî hene. Hem bi zimanê Erebî, hem bi zimanê Turkî ya Osman, hem bi zimanê Farisî hem jî bi zimanê Kurdiya Kurmancî, nivîsandiye. Navê berhemên wî yên mezin ev in:

1.Kelîmat (Sozler)

2.Mektubat

3.Leme’at

4.Şûaat

5.Îşaratul Î’caz

6.Mesnewiya Nûrî

7.Asayê Mûsa

8.Berhemên Bedîî

9.Zulfîqar

10.Lehîqeya Barlayê

11.Lehîqeya Qastamonî

12.Lehîqeya Emîrdaxê

13.Sîkkeya Tesdîqa Xeybî

14.Muwazeneyên Îman û Kufrê

                                   

         AYHAN MERETOWAR

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.