LI SER BISMÎLLAHÊ

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيم

KELÎMEYA YEKÊ1

Bismîllah, serê her xêrî ye. Em bi xwe jî, di serî de dest bi wê dikin. Bizane hey nefsa min! Ev kelîmeya mubarek, çawa ku nîşana Îslamê ye, wisa jî, wirdê ziman ê hemû mewcûdan e. Heke tu bixwazî fam bikî ku Bismîllah qeweteke çiqas mezin e ku naqede û çi bereketeke zaf e ku serî û dawî jê re tune ye, li vê hîkayekoka temsîlî binihêre, guhdarî bike. Wiha ye:

Ji bo merivê ku di çolên wan Erebên koçer de digere, lazim e ku navê sermiyanê qebîleyekê bigre û bikeve bin hîmayeya wî; da ku ji şerê rêbiran xelas bibe û bikaribe îhtiyacên xwe tedarik bike. Ku wisa neke, bi tena serê xwe, li hember neyarên bêhed û pêdiviyên bêsînor dê perîşan bibe.

Ha ji bo seyaheteke wiha, du meriv derdikevin çolê û diçin. Yek ji wan mutewazî/nefsbiçûk bû, yê dî qure… Yê nefsbiçûk, navê reîsekî ji xwe re girt; yê qure negirt… Yê ku girt, ji xwe re li her derî bi selametî geriya. Gava rastî rêbirekî dihat, digot “Ez bi navê filan reîsî digerim.” Rêbir def’i dibû; nikaribû têkilî wî bibûya. Gava biketa konekî, bi xêra wî navî, hurmet didît. Îca wî yê qure, di temamê seyaheta xwe de wisa bela dîtin ku naye tarîfkirin. Daîma direhilî, daîma parsekî dikir. Hem zelîl bû hem rezîl…

Ha hey nefsa min a qure! Tu ew seyyah î. Ev dunya jî, çolek e. ‘Ecz û feqîriya te bê hed e. Neyarên te, pêdiviyên te bênihayet in. Hemin wisa ye, navê Malikê Ebedî û Hakimê Ezelî yê vê çolê bigre; da ku tu ji parsekiya temamê kaînatê û ji rehilîna li hember her bûyerê xelas bibî.

Belê, ev kelîme, defîneyeke wisa mubarek e ku ew ecz û feqîriya te ya bênîhayet, te bi qudret û rehmeta bênîhayet ve girê dide û li ber dergayê Qedîrê Rehîm, wê ecz û feqîriyê dike şefaetkarekî herî meqbûl. Belê, dirûvê wî yê [wê ya] ku bi vê kelîmeyê tevdigere dide wî merivê ku ji eskeriyê re qeyd dibe, li ser navê dewletê hereket dike. Tirsa wî ji tu kesî namîne. Dibêje “Li ser navê qanûn, li ser navê dewletê” û her îş û karî dike; li hember her tiştî li ber xwe dide.

Me di serê pêşî de gotibû: “Hemû mewcûd, bi zimanê hal dibêjin Bismîllah.” Gelo birra?

Erê, çawa gava tu bibînî, merivek tenê hat û temamê şêniyên bajêr, bi darê zorê sewqî ciyekî kir û bi darê zorê di karûbaran de xebitand. Tu dê baş yeqîn û bawer bikî ku ew meriv, li ser navê xwe û bi qeweta xwe tevnagere. Belkî ew eskerek e. Li ser navê dewletê dibizive, pişta xwe dispêre padîşahekî. Eynî wisa jî, her tişt, bi navê Cenabê Heq tevdigere ku ew tovên mîna zerrekokan û ew dendik, wan darên qerase li ser serê xwe radigrin û wan barên ku bi qasî çiyayan in, radikin û hildigrin. Wer dixuyê ku her darek, dibêje Bismîllah; ji wan fêkî û meyweyên xezîneyên Rehmetê, destê xwe tije dike û ji bo me tablevanîtiyê dike. Her yek bostanek, dibêje Bismîllah û dibe sîtileke ji midbexa Qudretê ku gelek cûre bi cûre teamên lezîz ên cihêrengî tê de bi hev re tên pijandin/pehtin. Her heywaneke mubarek a mîna çêlek, hêştirk/deve, mî û bizinê, Bismîllah dibêjin; her yek ji wan, ji feyza Rehmetê dibe kaniyeke şîrê. Li ser navê Rezzaq, zad û qûtekî mîna ava heyatê ku herî letîf, herî nezîf e, ji me re pêşkêş dikin. Kok û rehên her yek nebat, dar û çêreyekî/giyayekî ku mîna hevrîşim nerm in, dibêjin Bismîllah û wan kevir û axên ku hişk in, qul dikin û di nav wan de derbas dibin. Dibêjin “Bi navê Xwedê, bi navê Rehman” û her tişt ji wan re musexxer dibe.

Belê, ew şax û guliyên ku li hewayê belav dibin, meywe didin û îca ew kokên ku wisa bi rehetiyeke bêpayan di wan kevir û axên/erdên hişk de reh berdidin û belav dibin û di bin erdê de xurekan didin û bi ser de jî ew pelên nazik û kesk ku li hember wê germa şedîd, bi mehan ter û teze dimînin, bi awayekî tund dibêjin şîreq û şîmaqê li rûyê tabîiyyûnan didin û tiliya xwe dixin wî çavê wan ku bila korayî li wan be û dibêjin ku: “Ew selabet, hişkî û herareta ku herî zêde tu bi wan bawer î jî, di bin emr û fermanan de hereket dikin ku her yek ji wan rehên ku mîna hevrîşim nerm in, li gor fermana 2فَقُلْنَا اضْرِبْ بِعَصَاكَ الْحَجَرَ tevdigerin her wiha mîna Asayê Mûsa (e.s.) keviran şeq dikin. Îca her yek ji wan pelên ku mîna pelê çixareyê tenik û nazenîn in jî, li hember wê herareta ku agir jê dibare, mîna her yek azayekî Îbrahîm (e.s.) ayeta 3 يَا نَارُ كُونِى بَرْدًا وَ سَلاَمًاdixwînin.

Madem her tişt ji aliyê manewî ve dibêje Bismîllah. Li ser navê Xwedê, nîmetên Xwedê tînin didin me. Em jî divê bibêjin Bismîllah. Divê ku em li ser navê Xwedê bigrin/bistînin. Nexwe ji wan merivên ku ne li ser navê Xwedê didin, divê em nestînin.

Pirs: Em, bihayekî/fiyetekê didin wan merivên ku li ber tableyê ne û mal û fêkiyan difroşin me. Gelo zatê ku xwediyê heqîqî/eslî yê wan mal û nîmetan e, ji me çi bihayî dixwaze?

Bersiv: Belê, ew Mun’îmê Heqîqî di bergîdana wan nîmetên biqîmet û wan malan de, bihayekî dixwaze. Ew biha, sê tişt e: Yek, zikir, yek şukur, yek fikir e. Di serî de ku meriv bibêje “Bismillah” zikir e. Di dawiyê de [ku meriv bibêje] “Elhemdulîllah” şukur e. Di navê de yanî wextê ku meriv ji nîmetan îstîfade dike wiha bifikire û fam bike ku: Ev nîmetên ku nuwazeyên sin’etê yên qîmetdar in; mûcîzeyên qudret û diyariya rehmeta Ehed û Samedî ne. Ha ev jî dibe fikir. Merivekî miskîn ku hediyeyeke hêja ya padîşahekî ji te re bîne û tu jî, rabî lingê wî ramûsî; lê belê xwediyê wê hediyeyê nas nekî, çiqas ehmeqî ye, ‘eynî wisa jî, meriv wan ên ku li ber nîmetan in û ji aliyê zahirî ve nîmetan didin, rabe medih bike û ji wan hez bike; îca Mûn’îmê Heqîqî jibîra bike, ji wê ehmeqiyê bi qasî hezar carî xirabtir ehmeqiyek e.

Ya nefsê, heke tu bixwazî wiha ehmeq nebî, bi navê Xwedê bide, bi navê Xwedê bistîne, bi navê Xwedê dest pê bike û bi navê Xwedê bixebite. Wesselam.

1 Bediüzzaman Said Nursi, Gençlik Rehberi/Rêbera Ciwanan, Hizmet Vakfi Yayinlari, Stenbol 2013, rû: 7-11, wer: Ayhan Meretowar

2 Me jê re got “Bi asayê xwe li kevir bide.” (Beqere: 60)

3 Hey agiro, hênik û bi selamet be. (Enbiya: 69)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.