Gelo tu dizanî nîmêj çi ye?

Hevalê hêja! Nimêj di navbera Xwedê û evdê wî de nisbet û munasebeteke bala û bilind e. Xizmeteke wisa pak û paqij e ku her rûhî cezb dike, bi bal xwe ve dikşîne. Çawa ku kîtaba Futûhatê Mekkiye jî şîrove kiriye, ruknên nimêjê xwediyê ewqas sirr û hikmetên mezin in ku hezkirina her wijdanê bi bal xwe ve dikşînin. Ev jî taybetmendiyeke nimêjê ye. Nimêj vexwendineke wî Xaliqê Zulcelal e ku di nava 24 saetan de, di hinek demên kufşkirî de mirov diçe hizûra wî. Tişta layiqî vê vexwendinê ew e ku her dil bi eşq û şewq bersiva wê bide û mîna mî’racekê bibe layiqê wê gaziya pîroz û bala.

Nimêj yekane rêya îlahî ye ku mezinbûna Xwedê di dilan de tesbît dike û dide domandin, berê aqil dide aliyê Xwedê û bi wî şiklî dike ku mirov edalet û nîzama îlahî qebûl bike û li pey biçe. Jixwe ji aliyê medenîbûna xwe ve, însan dixwaze ku jiyana xwe ya şexsî û civakî biparêze û azad bike. Ji bo pêkanîna vê jî muhtacê qanûna îlahî ye. Kesê ku li pey vê rêyê neçe, yan jî ji zexelî nimêjê terk bike, yan jî qîmeta wê nizanibe; wê paşî fêhm bike, bê çiqas nezan bûye, xisiriye û zirar kiriye. Lê êdî wê dereng be.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.