Bernameya Rîsaleya Nûrê

Bernameya me ev e: Dinya misafirxaneyek e. Însan wê hindikî li wir bimîne. Kar û barên wî pir in. Ew berpirsyar e ku di umrekî kin de pêdiviyên jiyana ebedî tedarik bike. Pêşî divê karên herî girîng û herî lazim werin kirin. Lê di piraniya we de şiklekî ku bi hissên dunyaperestiyê hatiye neqişandin xweya dike, di bin perdeya xefletê de mîna ku warekî ebedî be, li vê dunyaya fanî dinêre. Nexwe para we ya di ubûdiyeta ku li ser bingeha heqperestiyê û fikra axretê hatiye avakirin de pir hindik e. Lê eger di nav we de û li pey we sin’etkarên qedirhêja û keşşafên ku îlham tê dilê wan, ewên ku ji wî îbadetê hêja, yanî ji menfaeta îbadên Xwedê re, ji kara gel re, ji jiyana civakî re, ji xweşî û silametiya civatê re xizmet dikin, hebin; çendî hindik jî bin, ev nîşan û îşaretên Qur’anê bi rastî jî têrê dikin ku wan zatên hessas teşwîqî xebatê bikin û hunera wan teqdîr bikin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.