Wezîfeya eslî ya mirovan û wezifeya heywanan…2

Mirov ku heye, gava tê dunyayê, muhtac e ku hînî her tiştî bibe, li hember qanûnên jiyanê nezan e, hetta ancax di bîstsaliyê de jî baş nikare bi temamî hînî wan şert û karûbarên jiyanê bibe. Belkî heta dawiya imrê xwe, muhtacî hînbûnê ye. Hem di şiklekî gelek taqetkêm û zeîf de tê şandin dunyayê û di salekê du salan de, ancax dikare rabe ser lingan. Di nav panzdeh salan de, ancax zerar û menfîetê ji hev derdixe û bi xêra alîkariya wê jiyana civakî ya mirovahiyê, ancax dikare xwe li menfîetan bikşîne û xwe ji zeraran dûr bigre. Nexwe, wezîfeya eslî ya mirov ew e ku bi hînbûnê, bigihîje kemalê û ew ubûdiyeta bi duayê ye. Ango wezîfeya mirov ew e ku vê bizanibe: “Ka ez bi merhemeta kê wiha bi awayekî hekîmî têm îdarekirin? Gelo ez bi kerema kê wiha bi şefqetkarî têm terbiyekirin? Ez bi lutfên yekî çawa wiha bi nazenînî têm xwedîkirin û îdarekirin?” û dîsan wezîfeya mirov ew e ku ji bo pêdiviyên xwe yên ku ji hezarî destê wî/wê nagihîje yekî jî, bi zimanê ecz û feqra xwe, bi Qadîûl hacat re zarebarkirin e û xwestin e û duakirin e. Ango wezîfe ew e ku mirov, wan her du aliyên xwe yên ecz û feqrê, ji xwe re bike per û bask û bi wan hilfire wî meqamê bilind ê ubûdiyetê.

Nexwe, xuya ye ku mirov, ji bo ku bi wesîteya ilim û duayê bigihîje kemalê hatiye vê alemê. Ji hêla îtîbara mahiyet û qabiliyetê ve her tişt, bi ilim ve girêdayî ye. Îca esas, kan, maden, nûr û ruhê hemû ilmên heqîqî, Marîfetullah e. Ussul esasê wê jî, îmana Bîllah e.

Hem mirov, tevî wê ecza xwe ya bênîhayet, marûzî belayên bêhed û mubtelayê êrîşên wan neyarên bêhed e û digel wê feqra xwe ya bêdawî, girîftarî ihtiyacên bênîhayet e û muhtacî daxwazên bêserûber e, ha ji ber van egeran, wezîfeya eslî ya fitrî ya mirov, di pey îmanê de, dua ye. Dua jî, esasê ubûdiyetê ye.

 

23.s-r.18

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.