Wezîfeya eslî ya mirovan û wezifeya heywanan…1

Îman, mirovan dike însan, belkî dike sultan. Nexwe wezîfeya eslî ya mirovan, îman û dua ye. Kufur, mirovan dike heywa­nekî cenewar ê gelek acîz.

Bi sedan delîlên vê meseleyê hene. Hema tenê ew ferqa di hatina mirov û heywanan a dunyayê de, ji wê meseleyê re delîlekî aşkera û zelal e. Û burhanekî qet’î ye.

Belê, ev mirov û heywan ku ne bi awayên mîna hev tên dunyayê, nîşan dide ku mirovahî/însaniyet, bi îmanê dibe însaniyet. Çunkî heywan, gava tê dunyayê, tu dibêjî qey mîna ku li alemeke dî gihîş­tibe kemalê, li gor qabiliyeta xwe, bi awayekî mukemmel tê; ango tê şandin. An di nav du rojan de, yan du hefteyan an jî, di nav du mehan de hînî hemû şert û mercên jiyana xwe dibe û bi wan munasebet û têkiliyên navbera xwe û kaînatê di’elime, hînî wan qanûnên jiyanê dibe û pê re ew meleke/hutbûnî çê dibe. Ew îqtîdara jiyanî û melekeya li ser îş û kar ku mirov, ancax di nav bîst salî de dikare bi dest bixe, heywanekî mîna çivîka beytik û mêş, di nav bîst rojî de tehsîl dike; ango jê re tê îlhamkirin. Nexwe wezîfeya eslî ya heywanan ne ew e ku bi ilm û hewldanê bigihîjin kemilînê û ne ew e ku marîfetê bi dest bixin, tereqqî bikin, neçariya xwe nîşan bidin û bi vî awayî jî hawar bixwazin û dua bikin. Belkî, wezîfeya wan ew e ku li gor îstîdat û qabiliyeta xwe bixebitin û ‘emel bikin. Jixwe wezîfeya wan ew e ku ubûdiyeta fiîlî bikin.

 

23.s-r.15

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.