Îman, tewhîd, teslîm, tewekkul…

Îman hem nûr e hem qewet e. Erê, yê ku îmana heqîqî bi dest bixe, dikare li hember kaînatê derkeve meydanê û li gor qeweta îmanê, dikare ji pêkutiya bûyeran xelas bibe. Dibêje: [1]  , di keştiya jiyanê de, bi ewlehiyeke tam û temam, di nav wan pêlên çiyawarî yên bûyeran de, seyran dike. Temamê giraniyên xwe, emanetî wî destê qudreta Qedîrê Mutleq dike, bi dilekî rehet ji dunyayê derbas dibe, li berzexê îstrehet dike; peyre ji bo bikeve seadeta ebedî, dikare hilfire Cennetê. Na, heke tewekkul neke, ew giraniyên dunyayê, ciyê ku rê bide hilfirîna wî/wê, ew wî/ê ber bi esfelê safilîn ve dikşîne. Nexwe îman, tewhîdê; tewhîd, teslîmê; teslîm, tewekkulê; tewekkul jî, seadeta dareyn divê.

Lê belê, bi xeletî fam meke! Tewekkul ne ew e ku sebeb, bi temamî werin reddkirin. Belkî divê ku sebeb, weke perdeya destê qudretê bêtin zanîn û rîayet li wan bête kirin -teşebbusa li ser sebeban, bi awayekî ji awayan, divê weke duayeke fiîlî bête famkirin- û musebbeb jî, divê tenê ji Cenabê Heq bên xwestin û encam jî tenê divê ji Wî bên hêvîkirin û minnetdarî jî, divê tenê ji Wî re bête nîşandan.

[1]     Min tewekkuliya xwe da ser Xwedê. (Sûreyê Hûd: 56)

 

23.s-r.11

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.