Mirov, bi nûra îmanê qîmeteke ku layiqî Cennetê ye digre

Mirov, bi nûra îmanê derdikeve/hildikişe alayê îllîyîn; qîmeteke ku layiqî Cennetê ye digre. Lê belê ji ber zulûmat û tarîtiya kufrê, dadikeve esfelê safilîn; dikeve rewş û weziyeteke wisan ku dibe ehlê Cehenemê. Lewre îman, têkiliya mirovan, bi Sani’ê Zulcelal re datîne. Îman, întîsabek û pevgirêdanek e. Nexwe, ji ber xatirê wê îtîbara ku sen’etên Îlahî û neqşên wan îsmên Rebbanî ku bi xêra îmanê di mirovan de zahir dibin, mirov bi qîmet dibe. Kufur, wê nîsbet û têkiliyê, ji binî dibire. Ji ber wê birrînê, ew sen’etên Rebbanî nepenî dibin, tên veşartin; qîmeta mirov jî, tenê ji hêla maddî ve dimîne. Îca madde ku heye, ji ber ku hem fanî, hem zaîl, hem jî, jiyaneke heywanî ya demborî ye, qîmeta wê jî, di hukmê hîçî û tunetiyê de ye.

 

23.s-r.3

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.